Piştî bi 6 slan, 313 hefteyan, du hezar û 185 rojan Robaskê 2017-12-25 13:07:01   Medîne Mamedoglu - Pîroz Zirig   ŞIREX - Li gundê Roboskê yê Qilebanê, di 28'ê Kanûna 2011'an de di encama bombebarana balafirên TSK'ê yên şer de 34 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Di ser vê komkujiyê re 6 sal derbas bûn. Dayikên Roboskê ku 6 sal, 313 roj, 2 hezar û 185 roj in ji bo 'kujer' bên darizandin li edaletê digerin gotin, "Heta ku kujer neyên darizandin em ê çalakiya xwe berdewam bikin."   Li gundê Robaskê yê Qilebana Şirnexê  di 28'ê Kanûna 2011'an de saet di 21.20'an de 34 kesên ku piraniya wan zarok bûn bi agahdariya qereqolê ji bo ku cigare û mazotê bistînin derbasî Herêma Fedaral a Kurdistanê bibûn û dema li vegerê ji alyê balafirên TSK'ê ku ji Amade hatin rakirin F-16'yan bi bombebarana ku li ser wan hat kirin jiyana xwe ji dest dan. Komkujiya ku hat kirin saet di 01.52'yan de ji aliyê Ajansa Nuçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya ku bi KHK'ê hat girtin ve hat ragihandin.  Komkujî saet di 07.00'an de ji alyê kesên ku cenazeyê 34 kesan dîtin ve bi dîmenên ku bi telefonê kişandibûn ji aliyê  DÎHA, Roj Tv, û ANF'ê ve ji cîhanê re hat ragihandin. Li gel ku di ser komkujiyê re 6 sal derbasbûn jî hîna kujer nehatine darizandin. Nêzîkatiya îktîdarê ya li dijî Komkujiya Roboskê jî  axaftina serokwezîrê demê ya Recep Tayîp Erdogan ku di 3'emîn Kongreya Bazkên Jinan a li Navevenda AKP'ê kir û got, "Ez li dijî kurtajê me.  Ez dizanim ku ev pêkanîn bi plan tên ki, ev hemû ji bo ku hejamar nifusa welat neyê zêdekirin tên kirin.  Ez kurtajê wekî kuştinê dibînim. Ez ji vir bang li hin derdor û hin kesên aîdê medyayê jî dikim. Hun radibin û rûdinên dibêjin Qileban. Ez dibêjim ku her kurtaj Qilebanek e." wêdetir neçû.   Bersîv bêşopandin e!   Di nava vê demê de tişta ku ji bo Robaskê ji aliyê îktîdarê ve hat kirin tenê rakirina bîrdariya ku ji bo bîranîna 34 kesên li Roboskê hatin qetilkirin berî bi 4 slan hatibû çêkirin û li Parka Rojava ya li Peyasa Amedê hatibû bichkirin rakirina wê bîrdariyê ye.  Herwiha bersiva heman îktîdarê ya ji bo çalakiya dayikan a ku 6 sal, 313 hefte, 2 hezar û 185 roj e ji bo "kujer" bên darizandin jî ji bo dosyaya dozê dayîna biryara bê şopandinê ye.    'Heta ku kujer neyên darizandin em ranawestin'   Dayikên Robaskêyî ku 6 sal in çalakiya xwe berdewam dikin û dibêjin, "Heta ku kujer bên darizandin em ê çalakiya xwe berdewam bikin."    Pitî ku bala me ji ser tabûrên li gund qut bû em çûn malên kesên ku di komkujiyê de hatin qetilkirin. Her mala ku em çûnê wêneyê 34 kesên ku di komkujiyê de hatibûn qetilkirin dalqandî bû. Berî ku em ji wan bipirsin wêneyên ku çerçeve kirine girtin destên xwe û dest bi axafitinê kriin.   'Komkujiyek plankirî bû'   Dayika Nadîr Alma yê ku di komkujiyê de hat qetilkirin Azîme Alma diyar kir ku 6 sla di ser komkujiyê re derbas bûn. Dosyaya ku hat vekirin bê encam ma û hîna kujer nehatine darizandin. Azîmeyê di berdewamiya axafitina xwe de wiha got: "Me doza xwe bir Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê. Lê ji wê jî ev 2 sal e ti bersîv nehatiye.  Delwtê ji vê dozê ti kes ne darizand û tu kes nehat girtin û binçavkirin. Piştî şerê desthilatdariyê yê 15'ê tîrmehê ji me re hat gotin ku bûyer ji aliyê FETO'yê ve hatiye kirin. Lê wê serdemê jî AKP îktîdar bû. Ji ber vê em bi gotina wan bawer nebûn."   'Ji bo ku kevirê mezelê xizmên me biguherin hatin'   Dayika Şervan Encu Leyla Encu jî got ku ev êş ne 6 slan hata ku hebe wê didilê wê de be û wiha got: "Zarokên me di riya ku 2 pakêt cigare bistînin de hatin kuştin.  Ne şeva me ma û ne jî roja me ma. Kujer nehatin darizandin û zekxtên li ser me jî roj bi roj zêde dibin.  Zîhniyeta ku kujeran aşkera nake tehamûlî bîrdariya zarokên me jî nekir û bîrdariya Roboskê rakir.. Ev jî aşkera dike ku kesên komkujî kirine ew bi xwe ne.  Berî bi 6 mehan ji bo ku kevirên mezelên xizmên me biguherin hatin. Lê me destûr neda."   '6 sal in min kirasekî rengînî li xwe nekiriye'   Dayika Ozcan Uysal ê ku berî bikeve 18 saliya xwe hat qetilkirin Turkan Uysal jî êşa xwe wiha anî ziman: " Cihê ku lawê min bûbûyê ne dûr bû. Cihê ku komkujî lê hat kirin jî ne dûr e.  Mev qet tiştekî wiha hêvî nedikir. Min lawê xwe ji bin axê derxist. Ji ber ku di encama bombebaranê de di binê axê de mabû. Ez bi saetan li cenazeyê lawê xwe geriyam. Vê komkujiyê êşa herî mezin bi me da jiyîn. Ev 6 sal in ez li kujerên lawê xwe digerim.  Ev 6 sal in min kirasekî rengînî li xwe nekiriye. Hez her roj û her saet heman êşê dijîm. Heta ku kesên ev êş bi me dan jiyîn neyên darizandin ez ê rehet nebim."