Bi sedan gelê aşûrî cejna H.Îsa pîroz kirin 2017-12-25 14:09:39   Ronîda Hacî    TIL TEMIR - Îro bi sedan gelê aşûrî berê xwe dide dêra Qdîs limêja xwe dike û cejna Mîad pîroz dikin.   Ji yekê kanûna 2017' an de gelê aşûrî li tevahî cîhanê rojya Mîad girt ,ev rojî  25' rojan dewam dike ,taybet mendiyê vê rojiyê ku goşt ,rûn, şîr û berhemên ji şîr  li gel wan qedexe ne.   Gelê aşûrî ê bajarê Til Temirê yê Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê di 25' ê kanûnê de ji bo rojbûna Hezretî Îsa berê xwe dide dêra Qidîs îbadeta xwe dike û rojya xwe vedike.  Piştî ku îbadeta xwe bi dawî dikin rojbûna Hezretî Îsa li hev pîroz dikin .Nûnerên saziyên civaka demukratîk û kongira star berêxwe dan dêra Qidîs û cejna wan pîroz kirin.   Paşî Baba Newêl li ber deriyê dêra Qidîs li hêviya gelê aşûrî bû ku li îbadeta xwe bidawî bikin ta ku şêranî liwan belav bike . Nênewa Kako jî cejna Rojbûna Hezretî Îsa pîroz kir û wiha got; "Ev roj  li gel me tê wateya despêka jiynê. Ez vê rojê li tevahî gelê aşûrî pîroz dikim û em pir kêfxweşin. "   Piştî îbadetê kesên ku kom bûn çûn serdana malbatan û cejna xwe pîroz kirin.