Li Paymangeha Şehîd Viyan Amara dewreya perwerdê bi dawî bû 2017-12-25 16:56:19   EFRÎN-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li herêma Efrînê şahiyek ji bo xwendekarên dewreyasala 2016-2017'an bi dawî kirin  li dar xist.   Ji bo bidawîkirina dewreya sala 2016-2017'an a xwendekarên peymengeha Şehîd Viyan Amara,Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li paymengeha Şehîd Viyan Amara şahiyek bi tevlibûna hemû Mamoste, Desteya Rêveberiya Xweser,xwendekar,endizyar û doktora li dar xist.   Piştî deqeyek rêzgirtinêji aliyê Rêvebera Paymangeha Şehîd Viyan Amara Fatma Sîdo û Berdevkê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Muhemed Elo ve axaftin hat kirin.   Di axaftinên hatin kirin de  de dewreya ku bi dawî bû ye li hemû xwendekaran hat pîroz kirin. Piştî axaftinan bawername ji aliyê Rêveberiya Paymangeha Şehîd Viyan Amara li xwendkaran hatin  belavkirin.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.