Ne girtîgeh bazirganxane ye! 2017-12-26 09:02:14   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Girtiyên jin diyar kirin ku Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê ku her tim bi binpêkirinên mafan tê rojevê bûye wek bazirganxaneyê û wiha got: “Nahêlin em hewcedariyên xwe ji derve bikirin. Berhemên erzan û nebaş bi zorê difroşin me.”    Li girtîgehan binpêkirinên mafan yên dijmirovî roj bi roj zêde dibin.  Li girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê ku her tim bi binpêkirina mafan tê rojevê, hat diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê nahêle girtî hewcedariyên xwe ji derve bikin, berhemên erzan û nebaş yên kantînê bi bihayek zêde difroşin girtiyan.  Girtiyên jin bi riya  parêzerên xwe ev agahî dan: “Berhemên girtîgeh difroşe bandorek cidî li ser tenduristiya me dike. Girtîgeh veguherîne bazirganxaneyan.”   'Girtiyan dernaxin revîrê'   Parêzer Tugay Bek der barê mijarê de axivî û bi lêv kir ku ev demek dirêje girtîgeha bi binpêkirina mafan dihat rojevê li ser bertekan, rêveberiya girtîgehê çû guherînan lê tevî vê şert û merc hîna nehatine guhertin û wiha pê de çû: “Li binpêkirina mafan roj bi roj hinek tiştên din tên zêdekirin. Girtiyên nexweş yên divê biçin nexweşxanê, nabin revîrê û nabin nexweşxaneyan. Di vê rewşê de jî nayên dermankirin.”   'Pêkanînên nû anîn'   Tugay di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ji bo malbatên diçin hevdîtinên astengiyên nû anîn. Ji bilî xizmên asta yekem nahêlin kes bê hevdîtinê.  Hevdîtina sê hevalan bi temamî hatiye betalkirin.  Di radestkirina alavên wekê name û rojnameyan de ji bo   girtiyan pirsgirêk tên jiyîn.”   ‘Berhemên xerab tên firotin’   Tugay bi lêv kir ku rêveberiya girtîgehê nahêle girtî berhemên hewce yên sereke ji derve bikirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî dibêjin berhemên paqijiya ji bo beden gelek xerabin û li ser bedena wan pirsgirêkên cuda çêdike. Mînak firçeya diranan, macûna diranan, sabun, li şûna ku divê hijyenîk û bi tendurist be, yên ji kantînê digirin, diranên wan xirab dike û xwînê ji diranên wan tîne. Herwiha rûyê wan ji ber sabûnên nebaş diqelişe.  Ev berhem bi zorê tên firotin. Nahêlin ji derve sîparîş bikin.”   ‘Dengê me bibîhzin’   Li aliyê din girtî li dijî pêkanînên kêfî yên girtîgehê bi bertekin.  Girtiyên ji bajarên din hatibûn hevdîtinê çend deqe mabû ku hevdîtin pêk bê, beyî ku daxuyaniyek bê dayîn ji wan re gotin ‘hevdîtina vekirî hatiye betalkirin, ger hun bixwazin dikarin 15 deqeyan hevdîtina girtî pêk bînin.’ Malbatan bertek nîşanê rewşê dan û gotin divê dengê wan bê bihistin.   Xizmên girtiyan ji ajansa me re axivîn û gotin: “Her roj şert û merc xerabtir dibin. Em dipên ku baştir be lê xera dibe. Zarokên me di bin zextê de ne. Em ditirsin ku tiştek bê serê wan.”