Edeleta dewletê ji bo Nisêbînê tun ye 2017-12-26 10:10:28   MÊRDÎN - Li Nisêbîn a ku TOKÎ berdewam dikin, tevî biryara cemawerîkirinê tune ji gel di çarçoveya ' cemawerîkirinê’ de pereyê kavilan tê birîn.   Li Nisêbînê ku di 14’ê Adara 2016’an de ‘qedexeya derketina derve’ hat îlankirin û piştî vê hilweşîn lê hat destpêkirin. Tola berxwedana sê mehan berdewam kir û niha bi TOKÎ’yan tê girtin. Piştî pevçûn qedyan 4 tax hatin dorpêçkirin û hemû xanî hatin hilweşandin. Înşata TOKÎ’yê ya ku bişev û roj berdewam dike, tevî biryara cemawerîkirinê tune jî di çarçoveya ‘cemawerîkirinê’ de pereyê kavilan ji gel tê girtin.   Li ser cenazeyan TOKÎ’yên modern   Piştî qedexeya ku beşeke wê di meha Tîrmehê de hat rakirin şûnde li 6 taxan hilweşîn hat destpêkirin. Çend meh şûnde TOKÎ’yên ku wezareta bajarvanî û derdorê jê re digot ‘avahiyên modern’ hatin destpêkirin. Wezareta bi TOKÎ’yan gel deyndar dike, ji bo xaniyên welatiyan ên berê daîre dide û dikeve rêya îknayê.  Pêvajo bi giştî dij hiqûqî berdewam kir û li herêmên ku biryara cemawerîkirinê tinebû jî cemawerîkirin hat meşandin.   Hat hînbûn ku  komîsyona lihevkirinê ya buroya îrtîbata ji aliyê wzareta bajarvanî û derdorê ve hatiye avakirin, ji gel ji bo rakirina kavilên xaniyan pere birîne.   ‘Ez îmzeyê navêjim’   Jina bi navê Kumrî Bîşkîn der barê mijarê de axivî û got: “Xaniyê min sê kat bû. heta dawiya berxwedanê min dest ji mala xwe berneda. Lê di qedexeya dawî de ez neçar mam derkevim.  Tenê şopa guleyan di xaniyê min de hebû. Piştî qedexeyê hatim malê ku hilweşîn hatiye destpêkiri.  Min ji pişt têlan mêze kir lê min şûna xaniyê xwe jî nedît. Xanî hatibû tinekirin. Lê min di bedela xaniyê xwe de yê wan qebûl nekir û min ew îmze neavêt.”