Jineke kedkara mê bi tacîza zayendî re rûbirû hat hiştin 2017-12-26 13:10:42   STENBOL - Li Stenbolê jineke kedkara malê ji aliyê mêrê bi navê Murat ku li cem dixebitî ve bi tacîza zayendî re rûbirû hat hiştin.   Li stenbolê kedkara malê ya bi navê S.Y., li mala ku lê dixebitî ji aliyê xwediyê malê ve bi tacîza zayendî re rûbirû hat hilştin. S.Y.,ya ku bi rêya şîrketekê li wê malê ji bo xwe kar dîtibû, piştî ku hînbû kesên beriya wê li wê malê xebitîne û heqdestê xwe negirtine ji kar veqetiya.  Lê piştî ku S.Y. ji kar veqetiya xwediyê malê Murat S.Y. bi rêya telefonê di warê zayendî de S.Y. tacîz kir. Murat ê ku li ser telefonê wêneyê xwe ji S.Y. re şand demekê ew tacîz kir. Her wiha piştî ku murat ji bûyerê hat agahdarkirin xuşka S.Y. jî tehdît kir ku got, "Ez ê bêm mala we û hûnê binînin" û tehdît kir.   Piştî ku jinan li EVÎD - SEN (Sendîkaya Kedkarên malê) giliyê Murat kirin. Murat xwe gihand S.Y. û xwişka wê û ji wan re wiha got: "Ez ê 250 dolar bidim we û ser mijarê bigirin." Jinan jî ji Murat re wiha got: "Em tenê heqdestê xwe naxwazin û em dixwazin ku tu hesabê tacîza kiriye bidî."   Wê jin derbarê mijarê de serlêdana sûc bikin.