Jinên Minbicê civîna xwe ya yekem li dar xistin 2017-12-26 14:00:41   MINBIC - Jinên Minbicê û gundewarên wê civîna xwe ya yekemîn a şeş mehan a dawiya salê  bi tevlîbûna nûnerên jin yên Bakurê Sûriyeyê li dar xist.     Rêxistina Jinên Minbicê û gundewarên wê yekemîn civîna xwe ya şeş mehan a dawiya salê li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê li dar xist. Bi tevlîbûna gelek nûnerên jin ên Rojava-Bakurê Sûriyeyê, Hevseroka MSD'ê Ilham Ehmed, endama Desteya Serokatî ya MSD`ê Nûjîn  Yûsif, Berdevka Kongira Star a Rojava Evîn civîn pêk hat.     Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir,  paşê axaftina vekirinê  ji aliyê Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed hat kirin,  Ilham diyar wiha got:"Ev roj rojeke pir girîng e ji ber cara yekê ye,  ku jinên Minbicê civîneke wiha li dar dixin. Ev civîn ji bo azadiyê gaveke girîng e.".    Her wiha perspektîfên civînê hatin xwendin, berdevka jinên Minbicê û gundewarên wê  Meha Elî rapora şeş mehan a kar û xebatê jinên Mibicê xwend. Civîn dewam dike.