Konferans di roja yekemîn de bi niqaşên girîng bi dawî bû 2018-01-12 18:22:40   DERIK - Roja 1'emîn a Konferansa Jineolojî bi nîqaşên giring û bi xendina tahlîlên sosyolojîk dest pê kir.   1'emîn Konferansa Jineolojî ku li navenda Çand û Hûenrê ya Diclê a bajarê Dêrikê herêma Cizîrê bi tevlîbûna 200 delegeyî ji Rojava- Bakurê Sûriyê û her çar parçeyên kurdistan tevlî bûn roja xwe ya yekemîn nirxandinên girîng bi dawî kir. Endama komîteya Akademiya Jineolojiyê  Sozan Sîma ku konferans nirxand diyar kir ku di roja 1'emîn a konferansê de niqaşên li ser   belavkirina jineolojiyê derketin pêş.   Sozan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo belavkirina jineolojiyê ya di nava civakan de divê kurbûyîn zêde bê kirin û wiha got: "Ji bo ku em jineolojiyê bi hemû neteweyan bidin famkirin divê meteryalên me ên bi zimanê erebî kurdî zêde bin û divê ku kar û xebtên akademîk bên zêdekirin."    Konferans di roja yekemîn de bi xwendina tahlîlên sosyolojîk ên bi zimanê kurdî û erebî ku hatin xwendin îro hat bidawîkirin û wê sibe di roja duyemîm de berdewam bike.