ROJEVA 13'Ê ÇILEYÊ 2018'AN 2018-01-13 09:00:00   *Derbarê Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê ya ku li Rojava/Bakurê Sûriyeyê pêk hat û berdewam dike jinan nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê dê bibe hêviya azadî ya reng û baweriyên cuda."  BI DÎMEN   *Li herêma Colemêrgê ji bo jinan kiras û fîstan xemla jiyanê ye. Jinên ku rojane jî kiras û fîstanan li xwe dikin, destûr nadin ku çanda kiras û fîstanan wenda bibe. BI DÎMEN   * Nivîskar û Xebatkara Enstîtûya Kurdî ya Amedê Nesrîn Hîlal Şanli derheqê Yekîtiya Neteweyî de axivî û got ku gel bi ziman digihîje hev û dibe netew. Mifteya Yekîtiya Neteweyî zimanê kurdî ye. Ger ku jin wê mifteyê bi kar bînin wê demê yekîtiya neteweyî jî wê pêk were. BI DÎMEN   *Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez diyar kir ku gelek malbatên ku di qedexeyên derketina derve ya li Şirnexê xaniyên wan hatine hilweşandin, mexdur bûne û banga piştevaniyê li hemû gelê Kurd û aliyên hestiyar kir.   *Helbestvanekî mêr, ji bo helbestê diyar kiribû ku temenê 19 dereng e. Min ferq kir ku di 19 saliya xwe de min dest bi nivîsandinê kiriye û min got  ‘ez çima ji bo jinên wek min dereng dest bi nivîsê kirine’, nameyekê nanivîsim… PÊNÛSA JINAN   *Şîdet, tehdîda mirinê û dûrxistinên tên binpêkirin….Sevgul a mahkumê şîdeta mêr-dewletê tê, wiha bang li jinan dike ‘Min xilas bikin’. Sevgulê her wiha diyar kir ku qey wê her tim jin birevin, xwe veşêrin, eziyetê bibînin û li kolanê bên derbkirin?