Li Efrînê şevbihêrka dengbêjan hat lidarxistin 2018-01-13 09:54:01   EFRÎN - Bi munesebeta mîrasa kurdî ya çandî neyê jibîrkirin û li ser piya bimîne Navenda Çiyayê Kurmêc a Çand û Hunerê li Efrînê şevbihêrka dengbêjan li dar xist.   Bi munesebeta mîrasa kurdî ya çandî neyê ji bîrkirin û li ser piya bimîne Navenda Çiyayê Kurmêc a Çand û Hunerê li Efrînê bi dirûşma "Çanda me jiyana me ye" şevbihêrka dengbêjan li dar xist. Hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, endamên çand û hunerê û bi dehan şêniyên Kantona Efrînê, beşdarî şevbihêrkê bûn.   Ji bo berxwedêrên azadiyê şevbihêrk bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.   Alî Dewud û Xedîce Hesen klamên xwe berz kirin.   Şevbihêrk bi gerandina govendên gelêrî bi dawî bû.