Perwerdeya bi navê Şehîd Viyan Soran bi dawî bû 2018-01-13 12:04:49   QAMIŞLO - Perwerdeya ku ji bo Hevserokên jin ên Komînan ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star li Mala Gel a Taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê dest pê kiribû bi dawî bû.   Li Mala Gel a Taxa Xerbiyê ya Bajarê Qamişloyê ya herêma Cizîrê Komîteya Perwedeyê ya Kongra Star bi armanca pêşxistin û çalakkirina rola jinê ji bo 30 hevserokên jin ên komînên taxa Xerbî û Hilêlîyê perwerdeyek dest pê kiribû. Perwerdeya bi navê Şehîd Viyan Soran her roj ji saet 8'ê sibehê heta 2'ê piştî nîvro dewam kir. Di nav perwedeyê de dersên îdeolojî û fikir hatin dayîn. Perwerdeya ku 10 rojan dewam kir bi dawî bû.   Hevserokên jinê ên komînên Taxa Xerbî û Hilêliyê soza xwe dan ku wê xwedî li rola xwe derkevin û bibin şopdarên riya heqîqetê.