Hesabê Twitterê yê RojNewsê hat astengkirin 2018-01-13 13:07:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku nûçeyên derbarê îtirafên MÎT'ê yê ji aliyê ANF'ê hatibû weşandin û Komkujiya Parisê de ku ji aliyê RojNewsê jî hat parvekirin, rûpelên Twitterê yên bi Kurdî û Tirkî yên RojNewsê li Tirkiyeyê hat astengkirin.    Piştî ku RojNewsê nûçeyên derbarê komkujiya Parîsê û nûçeyên wekî din parve kir, rûpela Twitterê ya RojNewsê ya bi Kurdî û Tirkî li Tirkiyeyê hat astengkirin. Li ser biryara 2'emîn Serokatiya Dadgerî Ya Cezaya Sulhê ya Enqereyê hesabê Twittirê yê bi Kurdî û bi Tirkî yê RojNewsê û gelek sîteyên din hat astengkirin.