Li Îranê 18 rojnamevan hatine binçavkirin

  • 10:58 27 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - CPJ’ê ragihandin ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî û şûn ve, 18 rojnamevan ji aliyê rejîmê ve hatine binçavkirin.
 
Komîteya Parastina Rojnamevanên navendî ya DYA’yê (CPJ) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ji destpêka çalakiyên protestoyî û vir ve 18 rojnamevan hatine binçavkirin.
 
CPJ’ê anî ziman ku gelek rojnamevan bi serdegirtinên malan ên êvarê de, bêyî fermana girtinê yan jî derbarê sûcdarkirinan de daxuyaniyek bê dayîn, hatin binçavkirin.