Dayika Alîye ya YJA -STAR'î Vasfiye: Min soz daye keça xwe ez nagirîm

  • 12:22 27 Îlon 2022
  • Rojane
 
 
Oznur Deger - Zelal Tunç 
 
WAN – Mala şînê ya ku şîna Aliye Kiye ya şervena YJA -STAR'ê ku piştî têkoşîna 19 salan  di encama êrîşeke  de jiyana xwe ji dest da veguherî mala berxwedanê. Aliye ya ku bi lîlandin, sirûd û dirûşman hat definkirin dayika wê bi van gotinan bahsa wê kir, "Min soz daye keça xwe ez nagirîm. Keça min ne ya ku ez li ser bidim girî ya ku têkoşîna wê mezin bikim e."
 
Çima dayikeke ku piştî 19 salan keça xwe nabîne û cenazeyê wê teslîm digire negirî? Helbet ji bersîvekê zêdetir gelek bersivînên ku mirov bide vê pirsa ku heqîqeteke dîrokî di nava xwe de dihewîne hene.   Lê em ê bersiîva vê pirsê bi çavdêriyên xwe yên ji taziyeyê bidin. Em bahsa taziyeya Alîye Kiye ya şervana YJA -STAR'ê ku di 20'ê Îlonê de li bejahiya Çiyayê Gorsê yê navçeya Pîran a Amedê di encama êrîşa DRONÊ de jiyana xwe ji dest da dikin.
 
 Bi serhildana bêdeng hat definkirin
 
Malbata ku di serî de ji ber tevgera kêfî ya dozger nikaribû cenazeyê keça xwe bigire, ji bo ku ji Saziya Tipa Edlî (ATK) bikaribe bigire têkoşîn da. Malbata ku piştî gelek zahmetiyan cenaze girt vê carê di rê de bi zextên leşker û polîsan re rûbirû ma. Malbata ku ji revandina cenazeyê keça xwe ket nava fikaran mecbûr ma ku cenaze bi tena xwe defin bike. 
 
'Ne mala Şînê mala berxwedanê'
 
Malbatê şîna xwe li taxa Sixkê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê danî. Serdanên ji bo şînê bênavber dewam dikin. Gelk sazî, partiyên siyasî û ji 7 salî heta 70 salî serdana mala şînê kirin. Tevgera li mala şînê ne wekî şînê wekî tevgera berxwedanê bû. Çawa dibe ku dayikek piştî keça xwe nagirî û her dibêje, "Min soz daye keça xwe ez nagirîm û bila tu kes jî negirî." Me ev pirs ji xwe dikirin. Lê vê mala şînê em li benda lorandin û xemgîniyê bûn. Lê tevgereke wekî ya berxwedanê li malê hebû ku vê em şaş hiştin. Lê em jî têdigihîştin ku ev koka xwe ji rastiyeke dîrokî digire.
 
'Aliye ji mala xwe bi lîlandinê hat oxirkirin'
 
Li şîna Aliyeyê, ji xizmên wê bigire her kes digiriya, lê tişta balkêş ew bû ku dayika wê Vassfiye kesên digiriyan hişyar dikir. Vasfiye ya ku digot ew ê negirî dianî ziman ku tenê ji tiştekî poşman e û ew jî ew e ku di merasîma cenazeyê keça xwe de biqasî ku dixwest dirûşm berz nekirine û ji mala xwe ew bi sirûdan oxir nekiriye.
 
Ji mala şînê ji bo Îmraliyê silav
 
Li mala şînê veguherîbû qada mîtîngê, tişta herî balkêş ew bû ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdê de dihat silavkirin. Li mala şînê peyamên berxwedanê derdiketin pêş.
 
Axaftina dayika wê ya dîrokî
 
Dayê Vasfiye ya ku bi sedan kes li şînê pêşwazî kir, spasiya her kesî kir. Vasfiye di axaftina xwe ya spasiyê de aşkera kir ku ji bo çi negiryayê û ev helwesta wê bû sedem ku herkes hestewar bibe. Axftina Vasfiye ya bi bandor ku ji bo keça xwe Dîren (Alîye) kir ev bû, "Keça min ne girî têkoşînê heq dike. Em jî nagirîn û em ê têkoşînê bidin. Em ê li gorî wê tevbigerin. Bila tu kes negirî. Serê min bilind e û wê ew jî bibîne ku nagirîm û bextewar bibe. Tenê poşmaniya min ew e ku min li gorî dixwest keça xwe defin nekir. Lê ev jî min ji bo we nekir. Ji ber ku li we fikirîm. Ji bo ku ciwanan biparêzim min her tişt di dilê xwe de hişt."
 
'Bila Dîren bibe şehîda dawî'
 
Vasfiye ya ku diyar kir ew şernaxwaze divê aştî pêk bê, di heman demê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê ye û di nav têkoşînê de ye. Vasfiye wiha got, "Ez dixwazim Dîren bibe şehîda dawî. Min di vî şerî de ji malbata min 3 kesî jiyana xwe ji dest daye û ez jî di salên 90'î de ji ber valakirina gundan a ji aliyê dewletê ve ji gund koçber bûm û hatim li naveda Wanê bi cih bûm."
 
' Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe'
 
Vasfiye diyar kir ku wan ji ber tevgera polîsan a provakatîf tawîz nedaye û ev tişt got, "Em aştiyê dixwazin, dixwazin zimanê ku xwedê daye me bi kar bînin. Em qeyûmên tayînî şaredariyên me kirine qebûl nakir û naxazin ku siyastemedarên me bên girtin. Em jî wekî hemû gelan aramiyê dixwazin û dixwazin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe."
 
'Ez bi qasî wê ne wêrek bûm'
 
Hevala Alîye ya zarokatiyê Gulê Canbûte jî got ew bi fanêreyê ku Aliye diyar, wê kiriye tevli şîna wê bûye û nêrîna  xwe ya derbarê Aliyeyê de wiha anî ziman, " Aliye hevaleke xwedî hewlest bû, li dijî tundiyê derket û heta nefesa xwe ya dawî têkoşîn da. Dema ku çû destmalek û fanêreyek diyarî min kir. Îro min di şîna wê de ev ew fanêre li xwe kir. Lê hêza min a ku diestmala wê bidim serê xwe tune bû. Ew wêrek bû .Ez bi qasî wê ne wêrek bûm."