'Nobeta Edaletê' li ber Girtîgeha Amedê pêk hat: Em ê li ber xwe bidin

  • 12:42 27 Îlon 2022
  • Rojane
 
 
AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê pêk hat û malbatan banga domandina berxwedanê li her kesî kirin û gotin: "Zarokên me li hindûr em ê jî li dervê li ber xwe bidin."  
 
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine taloqkirin di roja 315'an de li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D ya Amedê çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" domandin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) piştgirî dan çalakiya malbatan. 
 
'Ew di hindûr de em ê ji li der ve li ber xwe bidin '
 
Xizmê girtiyê nexweş Încî Guler a ku çalakiyê de axivî, anî ziman ku 11 meh in çalakiya wan didome û got: "Bahçelî, Wezîrê Dadê û Erdogan bi zagonên ku derxistine ve mirovên xwe berdidin. Zarokên me bernadin. Zarokên me rûmet, jiyan û welatê me ne. Ji bo wan em ê li her qadê li ber xwe bidin. Em ê li ser şopa wan bimeşin. Zarokên me tiştek xirap nekirine ku îro nayên berdan. Kesên ku qirêjiyê kirine hemû tên berdan. Em ji Wezîrê Dadê re vê dibêjin; hûn bi zarokên xwe re dilîzîn. Zarokên me yên ku 30 sal cezayê xwe xilas kirine nayên berdan. Di nava girtîgehê de zagonên nû derdixin. Em vê qebûl nakin. Zarokên me di hindûr de em ê jî li der ve li ber xwe bidin." 
 
Bang li hemû malbatan hat kirin
 
Încî, bang li hemû malbatan kir ku dengê xwe bilind bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo zarokên xwe bila deng derbixin. Bila li dijî zagonên wan derkevin. Birayê min û hemû girtiyên nexweş nayên berdan. Zagona poşmaniyê li girtiyan tê ferzkirin. Wan çi kiriye ku ev tişt li wan tê ferzkirin."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.