Li Rihayê 'Nobeta Edaletê' 568 roj in didome

  • 13:02 27 Îlon 2022
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 568 roj in didome û malbat carek din banga pêkanîna edaletê kir. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye dest pê kirin di roja 568’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe didomîne. Ferît Şenyaşar jî li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin nobeta xwe da destpêkirin. Ferît bi blokên beton ên li pêş edliyeyê ve nivîsa “Ji bo malbata Şenyaşar edalet ji bo herkesê edalet” daliqand. 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hesabên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Waliyê Rihayê Salîh Ayhan etîket kirin û ev peyam parve kirin: “Dayik ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro li malê nobeta xwe digire. Li cihê nobetê jî paspasa ku li ser rûdine û peyva edaletê ya her tim tîne ziman disekine. Li rex wê deriyê edaletê heye. Di nava wê de jî dozgerên ku li gorî kesan û statuyê darizandinê dikin hene.”