Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hat kirin

  • 14:27 27 Îlon 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li gundê Girêçoliya yê quntarên çiyayê Cûdî dest bi birîna daran hate kirin.
 
Birîna daran a li herêmên Besta, Çiyayê Gabar, Cudî û Cilênimêja yê girêdayî Şirnexê û talankirina xwezayê bênavber didome. Şêniyên gundê Girêçoliya yê girêdayî Silopiyayê ku li quntarên Cudî ye ragihandin ku cerdevanan dest bi birîna daran kirine. Gundiyan li dijî vê rewşê banga hestiyariyê kirin.