'Di çalakiyên şermezarkirinê de li Îranê 50 kes hat kuştin'

  • 14:28 27 Îlon 2022
  • Rojane
 
AMED - ÎHDA'Amedê diyar kir ku li Îranê di çalakiyên li dijî qetilkriina Jîna Mahsa Amînî de 50 kes hatiye kuştin û got, "Li gel binpêkirina mafê jiyanê mafê welatiyan ê agahîgitinê û û xwegîhandina agiyan jî tê astengkirin."
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî êrişen polîs û Mihafizên Şoreşê yên rejîma Îranê yên li dijî çalakiyên bi mebesta protestokirina qetilkirina Jîma Mahsa Amînî ji hêla “polîsên exlaqê” ve hatine destpêkirin, li avahiya komeleyê daxuyaniyek da.  Di daxuyaniyê de endama Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD’ê Derya Yildirim axivî û da zanîn ku rejîma Îranê li dijî çalakvanan êrişên dijwar pêk tîne û bi vê yekê re mafê jiyanê yê gel binpê dike. 
 
Bi domdarî Derya got ku di serî de gelê Kurd, gelemperiya gelên Îranê di bin zexteke giran a rejîma îranê de ne û ev tişt parve kirin: “Hêzên ewlekariyê yên rejîmê li dijî çalakiyên ku gelemperî li bajarên kurdan dest pê kiribûn, êrişên dijwar pêk anîn. Polîs, bi çekan êrişî çalakvanan dikin. Mafê gel e ku li dijî sepanên zextê xwepêşandan û meşan li dar bixin. Em jî li vir careke din êrişên hêzên ewlekariyê yên li dijî çalakvanan şermezar dikin.”