Xizmên girtiyan: Em ê teslîmî tecrîd û zextan nebin

  • 15:47 27 Îlon 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê dabûn destpêkirin didome. Xizmên girtiyan di nobedê de gotin:"Em li dijî tecrîdê ne, em zextan qebûl nakin, teslîm nabin."
 
Xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Îzmîrê dest bi Nobedên Edaletê kiribûn. Nobeda Edaletê ket roja 117'an. Li çalakiya nobedê berdilkên bi nivîsên "Bibin dengê zindanan","Ji girtiyên nexweş re bibin azadî" hatin lixwekirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karşiyakayê piştgirî da nobedê. 
 
'Em tecrîdê qebûl nakin'
 
Dayika Medet Sever ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê de ye, Hanim Sever diyar kir ku divê edalet pêk were û got:"Li Kiriklar greva birçîbûnê heye. Dewlet mafya û dizan diparêze. Em edalet û aştiyê dixwazin. Em tecrîdê qebûl nakin. Em qetilkirina Jîna Mahsa Amînî jî şermezar dikin."
 
'Ev sîstema îşkence ye'
 
Hevserokê HDP'ê ya Karşiyakayê Menfi Yilmaz, da zanîn Tirkiye di warê edaletê de li paş maye û got:"Serhildana dayikan diyar dike ku em li welatekî ku edalet lê tune ye dijîn. Em dizanin ev bêedaletî li tu derê cîhanê tune ye. Ev sîstema îşkence ye."
 
Banga li raya giştî
 
Mefi da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne û got:"Em bang li mirovên hestiyar dikin. Qet pirs kirin ku ev dayikana çi dixwazin? Hestiyên me bi kargoyê dişînin. Em tim li gel serhildana dayikan bin."
 
Nobed bi axaftin û dirûşman bi dawî bû.