Ji bo Jîna Amînî porê xwe kur kir

  • 15:59 27 Îlon 2022
  • Rojane
BALIKESÎR - Hevseroka HDP'ê ya Balikesrê Bahîse Pîrîm ji bo piştgiriyê bi de çalakiyên jinan ên li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî porê xwe kur kir.
 
Çalakiyên li dijî qetilkirin jina kurd Jîna Mahsa Amînî ku ji laiyê "polîsên ehlaqê" yên Îranê ve hat qetilkirin berdewam dkin. Jinên ku li gelek deveran derketin qadan, porê xwe kurd dikin û rejîma Îranê şermezar dikin.
 
Rêveberiyên herêmê yên HDP'ê jî tevli van çalakiyan dibin. Di çarçoveya van çalakiyan de Hevseroka HDP'ê ya Balikesîrê Bahîse Pîrîm jî ji bo piştgiriyê bide van çalakiyan porê xe kur kir.