Teknîsyena hat surgunkirin: Ji ber min rastî derxist holê hatim cezakirin

  • 09:03 10 Hezîran 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Fatma Akaltun ya li Nexweşxaneya Dev û Diran a Okmeydani ya Stenbolê wek teknîsyena anesteziyê dixebitî, dermanên ku dîroka wan derbas bibû ji rêveberiyê re ragîhand. Piştî vê Fatma Akaltun ji nexweşxanê hat surgunkirin. Fatma Akaltun da zanîn ku ji ber rastî derxistiye holê hatiye cezakirin.
 
Fatma Akaltun ya li Nexweşxaneya Dev û Diran a Okmeydani ya Stenbolê wek teknîsyena anesteziyê dixebitî, tevî ku ji ber doza k udi 2018’an de jê dihat darizandin berat kir jî di 25’ê hezîrana 2024’an de ji peywirê hat durxistin. Lê li ser îtîrazan di çileyê 2025’an de ji nûve vegeriya ser peywira xwe. Lê vê carê ji ber binpêkirinên li nexweşaneyê dihat jiyîn ji rêveberiyê re ragîhand ji nexweşxaneyê hat surgunkirin û tayînê Nexweşxaneya Bajar a Prof. Dr. Cemîl Taşçioglu ya Okmeydani hat kirin.
 
Fatma Akaltun der barê binpêkirinên li nexwşexaneyê ji ajansa me re axî.
 
Li gorî îdiayên Fatma Akaltun, li nexweşxaneyê derman, bone, lepik, rûpûş û enjektorên dema wan derbas bûye dhatine bikaranîn û bi dehan carî ev ji serhekimiyê re ragîhandiye û got: “Heman demê de min wêneyên ku ev binpêkirin belge dikir jî şandin. Ev pirsgirêkek mezin datîne holê. Tevî vê ez surgunê nexweşxaneyek dihn hatim kirin.”
 
‘Tevî serlêdanên min bersivek nehat dayîn’
 
Fatma Akaltun got ew li dijî van pirsgirêkan bêdeng nemaye û ji ber vê rastî mobîngê hatiye û got tevî der  barê dermanên dîroka wan derbas bûye tu bersivek nehatiye dayîn û got li sre gilîkirinê zextên li ser zêde bûne. Fatma Akaltun îdia kir ku hinek li hinek berhemên kev etîkteên dîroka nû hatine zeliqandin û ev ne tenê jiyana nexweşan a xebatkaran jî dike rîskê.
 
‘Li dijî hiqûq û edaletê ye’
 
Fatma Akaltun daxuyakirin ku tevî van hişyariyan der barê wê de daxwaznameyên ‘herikîna kar xera dike’, ‘helwestên dijber nîşan dide’, ‘bêaramiyê derdixe’ hatiye dayîn û li ser vê jî tayînê  Nexweşxaneya Bajar a Prof. Dr. Cemîl Taşçioglu ya Okmeydani hatiye kirin. Fatma Akaltun wiha dawî lê anî. “Ev pêvajoyek dijhiqûqiye. Mafên min hatin binpêkirin. Ezê heta dawî mafên xwe yên qanûnî bikar bînim.Tevîvan tiştên hatine jiyîn ez ji rêbazên etîk yên pîşeyî dur neketim û bi hişmendiya ku tenduristiya cemawerî biparêzim tevgeriyam. Rayedar li şûna hişyaryên min li ber çavan bigirin ez ceza kirim. Ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”