‘Riha xwedî hêza ku xwe nû bike ye’

  • 09:06 10 Hezîran 2025
  • Rojane
RIHA - Hevseroka DEM Partî ya Rihayê Ayşe Surucu banga Abdullah Ocalan bibîr xist û got gelê Rihayê ketiye pêvajoya hişmendî û xwe rêxistinkirinê. Ev bajar pir bi nirxe, xwedî hêza ku dikare xwe nû bike ye.”
 
Dewlet bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên li Kurdistanê dide meşandin, hewl dide civakê ji çanda xweser dur bigire. Gel li dijî vê têkoşîna we dimeşîne û çanda xwe dide jiyîn. Yek ji bajarên ku çandên cuda dihewîne Rihaye. Li Rihayê ji paşerojê heta niha niha Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî, Elewî, Xiristiyan, Misliman û Êzidî bi hev re jiyanê ava dikin.
 
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘aştî û civaka demokratîk’ ya di 27’ê Sibatê de kir re, hêviyajiyana bi hev re ya gelan ji nû ve şîn bû û ev bang ji bo yekparêzî, jirêderketin ji holê rabe gavek mezin e.
 
Hevseroka DEM Partî ya Rihayê Ayşe Surucu, der barê pêvajoya ku piştî banga Abdullah Ocalan hatiye detspêkirin de nirxandin kir.
 
‘Bajarekî ji dîroka mirovahiyê re pêşengiyê dike’
 
Ayşe Surucu daxuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina ku 31’ê Adarê de bi malbatê re kirye de balkişandiye ser girîngiya dîroka Rihayê û wiha anî ziman: “Birêz Ocalan ji bo bajarê xwe Rihayê got ‘Baweriya min ya ku wê xwe pêş bixîne gelek mezine.’Dîroka mirovahiyê ji vir dest pê kiriye. Riha bajarekî ji dîroka mirovahiyê re pêşengî kiriye. Li vî bajarî xebat, hewldan gelek zehmete lê heman demê de pir bi nirx e. Em bawer dikin. Wê feraseta xwe pêşxistin, xwedî hişmendîbûyê û nûkirinê wê vî bajarî pir pêş bixîne.”
 
‘Mirov  berê xwe didin bajarên Rojava’
 
Ayşe Surucu bi lêv kir ku Riha bajarekî xwedî bingehîneke kozmopolîtek û got polîtîkayên li hember gel tên pêşxistin, koçberiyê li gel ferz dike û ev tişt vegot: “Mirovên herêmê ji bo xebatê berê xwe didin bajarên Rojava. Lê em li herêmê dinêrin axek gelek dewlemend, Çemê Firatê heye. Dewlet li şûna teşwîqê berê mirovan dide bajarên Rojava.”
 
‘Bikaranîna hişbirê daketiye temenê 10’an’
 
Ayşe Surucu destnîşan kir ku piranî nifûsa Rihayê ciwananin  û wiha dirêjî dayê: “Temenê bikaranîna hişbirê daketiye heta temenê 10’an. Em li nifûsa Tirkiyeyê dinêrin. Riha bajarê xwedî nifûsa herî ciwane. Lê rêjeya xwendin-nivîsandinê kême. Bikaranîna hişbirê zêde bûye. Ev polîtîka şerê taybete. Em ê der barê vê de xebatên xwe bimeşînin. Em ê mal bi mal bigerin. Em ê bi gel re bên gel hev û çareseriyê peyda bikin.”
 
‘Bila her tiştekî me Kurdî be’
 
Ayşe Surucu balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî û wiha dawî lê anî: “Em ê li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe bidomînin. Emê vê demê zêdetir li ser ziman bizekinin. Em dixwazin ku Rihayê bi zimanê dayikê Kurdî derxin pêş. Em ê ji bo vê bixebitin. Em ê li her derê bi Kurdî biaxivin.”