
ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2025'AN
- 09:00 12 Tîrmeh 2025
- Rojev
*Endamên Kordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê der barê rola ciwanan a di avakirina civaka demokratîk de axivîn û got divê têkoşînek hevpar a civanan mezin bibe û got: “Jin wê bibin xwebûn û bi modernîteya demokratîk re azad bibin.” DÎMEN HEYE
*Bi pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir re, di qada ziman de jî bendewarî ava bûn. Ji rêveberên MEDYA-DER’ê Berîvan Canbeg balkişand ser girîngiya ziman û got: “Em dikevin pêvajoyekê. Ev pêvajo divê bi xebatên ziman dest pê bikin.” DÎMEN HEYE
*Aktîvîsta TJA’yê Şîrvan Guçer der barê pêvajoya û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘aştî û civaka demokratîk’ destpêkiriye nirxand û got: “Divê komîsyona pêwist a li meclîsê êdî bê avakirin. Divê gavên bên avêtin leztir bin. Hêviya aştiyê tu carî evqas nêz nebibû.” DÎMEN HEYE
*Dayikên Aştiyê diyar kirin ku wan banga ‘aştiyê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kelecan pêşwazî kirine û got: “Xwîn xwînê nikare bişo. Aştî gotina Birêz Ocalan e. Baweriya me biya bi birêz Ocalan bêdawî ye.” DÎMEN HEYE
*Jinên Wanê yên merasîma mezin a berdana çekan a dîrokî temaşe kirin wiha gotin: “PKK’ê gav avêt. Dor ya dewletê ye.” DÎMEN AMADE YE