
Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
- 14:07 16 Tîrmeh 2025
- Rojane
ENQERE- Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadê re daxuyanî da. Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar, diyar kir ku rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê krîtîk e û got: “Zemîna hiqûqî çi qas xurt be dê pêşveçûna pêvajoyê jî ewqas xurt be.”
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî hevdîtina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç daxuyanî da.
Di daxuyaniya ku piştî civîna nêzîkî 45 deqeyan de Pervîn Buldan wiha axivî: "Ev serdanek girîng bû. Me nirxandinek giştî li ser qonaxên heyî yên pêvajoyê, hem ji aliyê siyasî û hem jî ji hêla qanûnî ve û rêya ku ji niha û pê ve dê bê şopandin kir. Em bawer dikin ku Wezîrê Dadê dê di vê pêvajoyê de rolek û berpirsiyariyek girîng li xwe bigire, lewra em dikevin qonaxa komîsyonê. Ji ber vê yekê, me jê re rave kir ku divê pêvajo li gorî bingehek qanûnî bê rêvebirin. Wî jî diyar kir ku wî heta niha her cure piştgirî daye û dê ji vir û şûn de jî ji bo berpirsiyariya rêveçûna pêvajoyê li ser bingehek qanûnî, bigire ser xwe. Ev civînek girîng û erênî bû. Em dîsa spasiya wî dikin."
Mîthat Sancar, diyar kir ku cîgîrên wezîr jî beşdarî civînê bûne û hevdîtin bi awayeke erênî pêk har. Sancar, ev tişt got: “Di vê qonaxa pêvajoyê de bingeha qanûnî pir girîng e. Ji bo pêvajo bi awayeke rêk û pêk rêve biçe û ber bi pêvajoya aştî, hiqûqî pêş ve biçe erka Wezareta Dadê xwdî ciheke taybet e. Dê ji vir û şûn de gelek xebat bên kirin. Rola Wezareta Dadê div ê qonaxê de krîtîk e. Rêzdar Wezîr, diyar kir ku dê her cure tevgeriyê bidin. Zemîna hiqûqî çiqas xurt be dê pêşveçûna pêvajoyê jî ewqas xurt be. Baweriya me bi vê yekê heye. Wezîr destnîşan kir ku dê ji vir û şûn de tavkariya wan ê di asta herî bilind de be. Em spasdarên wî ne.”
Şandeyê piştî daxuyaniyê, pirsên rojnamegeran bersivand. Pervîn Buldanê got: “Her mijar hate axaftin. Em ê hûrgiliyan parve nekin.”
Pervîn Buldan, pirsa li ser berdana çekan bersivan û ev tişt got: "Bernameyek diyarkirî tune ye, lê pêvajo dê di qonaxan de rêvebiçe. Qonax bi qonax rêve diçe hûn ê bipopînin. Ji ber vê yekê, piştî tunekirina çekan, qonaxek nû dê dest pê bike. Ev qonax, qonaxa komîsyonê ye. Di qonaxa komîsyonê de gelek tişt hewce ne ku werin kirin. Komîsyon dê gelek erk û berpirsiyariyan bigire ser xwe. Dema ku ev qediya, dibe ku qonaxek din bê. Em her qonaxek bi rêya we bi raya cemawerî re parve dikin û em ê berdewam bikin."
Mîthat Sancar di bersiva pirsa ‘gelo gerîlayên ku çek danîn dê beşdarî siyasetê bibin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dê qanûn bên amadekirin’ de got: "Her tişt dê di qonaxa komîsyonê de were nîqaşkirin." Sancar, axaftina xwe wiha domand: "Dema ku komîsyon were damezrandin, dê ev hemû mijar bên rojeva komîsyonê. Komîsyon ji bo vê armancê tê damezrandin. Ev mijar dê di nava komîsyonê de bi aşkerayî werin nîqaşkirin û dê ji bo raya giştî vekirî bin. Ji bo me ne guncaw e ku em niha pêşbîniyan bikin an daxuyaniyan bidin. Komîsyon bi giranî ji bo çareserkirina van hemû pirsgirêkan di qada parlamentoyê de tê damezrandin. Ez bawer dikim ku ew ê di demek nêzîk de dest bi xebata xwe bike. Em tam nizanin ka çawa, lê pir nêz e. Me agahî wergirtiye ku komîsyon dibe ku komîsyon vê hefteyê bicive."