Di Komxebata Dayikan de peyamên aştiyê

  • 14:42 19 Tîrmeh 2025
  • Rojane
DÊRSIM - Meclîsa Jinan DAD'ê li Dêrsimê bi dirûşma "Heqîqet rêya dayikê ye" komxebatek li darxist û peyamên aştiyê derketin pêş.
 
Meclîsa Jinan Komeleya Elewî ya Demokratîk (DAD) li Dêrsimê bi dirûşma "Heqîqet rêya dayikê ye" komxebatek li dar dixe. Komxebat dê du rojan bidome. Komxebat roja ewilî li gundê Marçîk Sînan pêk hat. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin beşdarê komxebatê bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Dogan axafitan ewilî kir û got: "Ev komxebat destpêkek bû. Dayik xwedî gotin in û gotinên wan ên hêja hene ku bi me re parve bikin. Dibe ku mêran li şûna we axivîbin, lê me dixwest em ji we bibihîzin ka we çi jiyan kiriye. Îro, ew ê wan gotinên paqij, zelal û paqij ên wan demên kevnar li vir bibin."
 
Komxebat bi axaftinan didome.