
'Bi Besê Hozat re bû, ez pir serbilind bûm'
- 09:03 20 Tîrmeh 2025
- Rojane
MÛŞ - Malbata Bahar Delîcî ya di Koma Aştî û Civaka Demokratîk de cih girt, diyar kir ku 11 sal şûnde keç axwe di televîzyonê de dîtine. Malbata Bahar Delîcî wiha anî ziman: “Em piştgiriyê didin aştiyê. Bila ev xwîn raweste.”
Bi banga "Aştî û civaka Demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de kir şûnde gavek dîrokî ya din hat avêtin. Li ser banga Abdullah Ocalan gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk li bajarê Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê di merasîma pêk anînde çek şewitandin. Yek ji kesa di koma ji 30 kesî pêk dihat cih digirt, Bahar Delîcî (Azîme Çiye) bû.
Bahar Delici li navçeya Melezgirt a Mûşê ji dayik bû, di 13 saliya xwe de dayika xwe winda kir û bû dayika pênc xwişk û birayên xwe. Di 17 saliya xwe de, wê berpirsiyariyên mezintir girt ser xwe û tevlî PKKê bû, bi xeyala azadkirina axên ku lê ji dayik bûye û lê mezin bûye. Di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên azad. Li vir, Bahar Delici nasnameyek nû bi dest xist, navê xwe kir Ezîme Çiya.
Malbata Bahar Delîcî ku 11 sal şûnde keça xwe dît hestên xwe parve kirin.
‘Bila kezeba dayikan êdî neşewite’
Dayika Bahar Delîcî ku hîna biçûk bû wefat dike. Damariya wê Habîbe Delîcî, Bahar Delîcî mezin dike. Habîbe Delîcî da zanîn ku ew bi keça xwe serbilinde. Habîbe Delîcî wiha vegot: “Bi saya wê em serbilindin. Em dixwazin ku bila dayika kesî negirî. Bila kezeba tu dayikê neşewite. Ev êş 50 sale di dilê dayikan de ye. Bi xêr dixwazim te bibînim. Şukur ku keça min li serê çiyane. Bala her kesî li ser e. Her kes serbilind e. Bila kezeba tu dayikî neşewite. Bila êdî aştî pêk bê. Bila dewlet aştiyê pêk bîne.”
‘Bila çek bêdeng bin’
Bavê wê Rifat Delîcî jî destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û got bila tu kes zarokên xwe winda neke û got: “Bi sedsalane zarokên me tên qetilkirin. Êdî bes e. Bila kes negirî. Bila mirin tunebûn. Em dixwazin zarokên me bên. 11 sale keça min çûye. Min tu agahî negirtibû. Min digot belkî şehîd ketiye. Min cara yekem keça xwe dît. Ez pir hestiyar bûm. Ligel Besê Hozat bû. Ez pir serbilind bûm. Bila êdî çek bêdeng bin. Ez bavê gerîla me. Dixwazim keça xwe bibînim. Ez bi keça xwe serbilindim.”