'Xewn û xeyalên me wê nîvco nemînin'
- 14:15 20 Tîrmeh 2025
- Rojane
RIHA - 33 ciwanên ku 20'ê Tîrmeha 2015'an li Navenda Çandê ya Amara ya li Pirsûsê di êrîşa DAÎŞ'ê de hatin qetilkirin, li cihê ku hatin kuştin bi banga 'Edalet ji bo Pirsûsê' hatin bîranîn.
Çalakiya bîranînê ji aliyê Platforma Edalet ji bo Pirsûsê ve hate lidarxistin û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP'ê Beycan Taşkiran, Hevseroka SGDF'ê Berfîn Polat, Serokê Baroyê Abdullah Oncel, Dayikên Aştiyê û gelek aktîvîst tevlî bûn.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li bîranînê axivî û anî ziman ku kujer ne tenê DAÎŞ e, di heman demê de ew feraseta siyasî ye ku rê da DAÎŞ'ê û got, "DAÎŞ'ê berpirsyariya Komkujiya Pirsûsê li ber xwe girt, lê belê kê rê da? Kê heta dawiyê sînor lê vekir? Ji ber komkujiyê tenê kesek hate girtin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ji bo edaleta rasteqîn divê temamiya kiryaran bêne darizandin."
Tulay Hatîmogûllari ragihand ku bi Komkujiya Pirsûsê re êrîş li ser pira xwişk-biratiyê hate kirin ku wê di navbera Berxwedana Gezî û Rojava de bihata avakirin û got, "Xewn û xeyalên me wê nîvco nemînin, em ê têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê teqez bi serketinê tacrîdar bikin."
Tulay Hatîmogûllari di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku aştiya rasteqîn tenê bi rûbirûbûna bi rabirdûyê dibe û got, "Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan di rojeva tevahiya cîhanê de ye. Ji bo li parlamentê komîsyona rûbirûbûnê bê avakirin me gelek caran pêşnûme pêşkêş kir, lê belê hate redkirin. Heta ku rûbirûbûn bi rabirdûyê nebe, aştî nabe."
Efe Çatalbaş ê ku bi birîndarî ji qetlîamê xilas bû, ev tişt got: "Êşa me jî wek hêrsa me nû ye. Me ji xûşk û biratiya gelan bawer kir û loma em li vir bûn. Em dîsa li vir in. Qetlîam jî çêbin, hefs û îşkence jî hebin em ê dîsa li vir bin."
Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz, got: “Bila êdî aştî were. Em aştiyê dixwazin.”
Serokê Baroyê Abdullah Oncel, daxwaza darizandina rayadarên dewletê yên ku bûne sebebê qetlîamê û avakirina “Komîsyona Hevrûbûna bi Heqîqetê re” kir û wiha axivî: “Xeyalên zarokên Kobanê nîvco man. Ev 10 sal in me gelek hewldan kirin ji bo derketine heqîqê. Lê belê gaveke jî pêşveçûn tune. Di vê pêvajoyê banga me ya ji bo partiyên siyasî; bil abi heqîqetê re hevrûbûn çêbe.”
Endama MYK a SDGF’ê Senem Nûr Pektaş, destnîşan kir ku ciwanên hatin qetilkirin ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re hatin vir û ev tişt got: “Ji gelek bajarên Tirkiyeyê û yên Kurdistanê em hatin vir. Amara ji bo me rawestgeh bû. Dewletê ji me 33 kes qetil kir û xwest peyamekî bide me. Xwestin peyamê bidin kesên ku bi Kurdan re dibin piştevan. Ev 10 sal in me peyam girt û em li vir in. Em têdikoşin. Me can da lê me dev ji têkoşîna xwe berneda.”
Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mercan Tîtîz, got: “Me duh salvegera 13’yemîn a Şoreşa Rojeva pîroz kir. Çawa ku Rojava û Kobanê têkneçûn dê têkoşîna me ya li vir jî têk neçe.”
Hevseroka ESP’ê Sezîn Ûçar, got: “Rexmê hemû tundî û zordestiyan em ji bo edaletê têdikoşin. Bila kiryarên Pirsûsê bên darizandin.”