Li Helebê jinekê xwe ji avahiyekê avêt

  • 11:34 23 Tîrmeh 2025
  • Rojane
HELEB - Li bajarê Helebê jina ereb Merwa Eymen Omar a 23 salî xwe ji avahiyek 5 qatî avêt .
 
Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê jina ereb a bi navê Merwa Eymen Omar a 23 salî ji ber zordariya bavê wê û şîdetê lê dihat kirin, xwe ji avahiyek 5 qatî avêt. Merwa Eymen Omar di nexweşxaneyê de jî ma û weke agahiyên dawî derbarê rewşa wê ku bijîşkan gotin "Hîna rewşa wê di nava xeteriyê de ye. "
 
Merwa Eymen Omar tevî zextên malbetê yên bi navê kevneşopiyê li ser wê dihat meşandin û her roj bi pirsgirêkên di nava malbatê de rû bi rû dima jî xwendina xwe dewam kir û bi xwe xwendekara beşa Felefeyê ye. 
 
Ev li Sûriyeyê ne bûyera yekem e. Ji ber zext û zordestiyên malbatê û sîstemê jin mecbûrî xwekuştinê dibin û ber bi kuştin, tundî û îşkenceyê tên kaşkirin.