ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2015'AN

  • 09:00 26 Îlon 2025
  • Rojev
 
*Di ser mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş re salek derbas bû lê tevî vê hîna dosya nehatiye ronîkirin. Jinan ji bo meşa ku wê di 27’ê Îlonê de ji bo Rojîn Kabaîş wê pêk bê bang kirin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên siyasetmedar der barê mafê hêviyê de axivîn û diyar kirin ku ji bo pêvajo bigihêje encamekê divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin û gotin: “Mafê hêviyê mafekî qanûnî ye. Tirkiye vî mafî pêk nayne û sûc dike. Di serî de ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din divê mafê hêviyê pêk bê û tecrîd bi dawî bibe.”  DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar der barê bazara taxê ya jinan ku wê li Erxeniyê bê avakirin de axivî û got: “Li bazara ku em ê bikin jiyanê, jin wê berhemên xwe, hilberînên ji baxçeyên xwe, berhemên keda destên xwe bifroşin.” DÎMEN HEYE
 
*Neteweya demokratîk wek alternatîfa netew-dewletê rola çareseriyê dilîze. Di vê çareseriyê de maf û azadiyan dike bin ewlehiyê û  teoriya destûra bingehîn a demokratîk ji bo çareseriya demokratîk ferz e. Girêdayê vê mijarek din jî pênasekirina mafê şexsî û kolektîf e. Navberê de hevsengiyeke optîmal ava dike.  NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Edîtora servîsa Erebî ya ajansa NÛJINHA'yê Malva Mihemed bal bir ser zehmetiyên jinên li Rojhilata Navîn dikşînin û wiha got:” Di vê serdemê de li Rojhilata Navîn jin bi şerekî taybet rû bi rû dimînin. Ev şerê cîhanê yê sêyemîn e û ne tenê şerekî leşkerî ye. Ev şerekî taybet ê li dijî jinan e. Ji ber dewletên desthilatdar dizanin jin esasê civakê ne.” DÎMEN HEYE
 
*Rojîn Kabaiş a ku cenazeyö wê li kêleka goê hate dîtin sedema mirina wê nehat diyarkirin.  Li gel ku salek di ser mirina Rojînê re derbas bûye jî malbata wê hîna heman pîrsê dipirse: "Çi hat serê Rojînê?" DÎMEN HEYE