Bi Hilweşandina Dogmatîzma Kirdeyî û Nesneyî, Firîna li Kêleka Kendalan

  • 09:06 26 Îlon 2025
  • Jineolojî
 
"Neteweya demokratîk wek alternatîfa netew-dewletê rola çareseriyê dilîze. Di vê çareseriyê de maf û azadiyan dike bin ewlehiyê û  teoriya destûra bingehîn a demokratîk ji bo çareseriya demokratîk ferz e. Girêdayê vê mijarek din jî pênasekirina mafê şexsî û kolektîf e. Navberê de hevsengiyeke optîmal ava dike. " 
 
Husna Emek 
 
Pênasekirina ‘kêmtir dewlet zêdetir civak’ a Murray Bookchîn û pênasekirina dewlet lê zêde demokrasî ya Abdullah Ocalan pergal û civakek demokratîk îfade dike. Xeta sêyemîn ya ji vê formulasyonê zindî dike, dijber dewlet û desthilatdariyê şênber dibe. Ya li dijî kapîtalîzm û real sosyalîzmê ye, xeta konfederalîzma demokratîk ya xwe dispêre jiyana komunal demokratîk û soyalîzma demokratîk e. Bi têkoşîna azadiyê û civaka rêxistinkirî siyaseta înkar, îmha û redê têk diçe û civak, kes û pergala demokratîk bidest dixe. Pergala netewperest, olperest, zayendperest red dike. 
 
Rêxistibûna demokratîk a civakî û demorkasiya ku vê rêveberiyê qebûl dike, dewleta li dijî demokrastiyê hestyar e îfade dike. Di esasa rêxistibûna xweser a jin, çand û baweriyan de, xwe bi azad îfade dike û vê wek hêz û dewlemendiya demokrasiyê dibîne. 
 
Di vê beşa xwe de em li ser Nexşerêya ku Abdullah Ocalan wek modela çareseriya demokratîk a amade kiriye disekinin. Nexşerê ya bi sernavê li Tirkiyeyê Pirsgirêkên Demokratîkbûnê li Kurdistanê Modelên Çareseriyê, xwedî taybetiyeke şênber a çarseriyê ye. Nexşerê li şûna xeta dewletparêzî, xeta civaka demokratîk û çareseriyê derdixe pêş. Piştî şikandina tecrîda giran a li Îmraliyê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi banga ‘aştî û civaka demokratîk’ pêvajoya çareseriya demokratîk da dsetpêkirin. Di vê demê de destpêkirina pêvajoyê girîngiya mijara me jî zêde dike. Ev veguhestineke ku hem dewlet hem PKK’ê digire nava xwe dihewîne. 
 
Di Nexşerêya ku wek modela çareseriyê hat pêşkêşkirin de tê gotin ku demokratîkbûn yek ji pirsgirêka herî girîng e. Di metna Aştî û Civaka Demokratîk de ev reş wek ‘lihevkirina demokratîk’ tê pênasekirin. Di nexşerê de lihevkirina demokratik wiha tê vegotin: “Dewlet nikare bibe hem netew-dewlet hem jî dewleta demokratîk. Ev her du gotin hev dikevin nakokiyê. Dewleta demokratîk ji pergala demokratîk re vekiriye, bi wê re lihev dike.” Ev lihevkirin bi veguhestina demokratîk xwe dispêre xwişk-biratiya Kurd û Tirk. Yekitiya hemû gelên li Tirkiyeyê îfade dike. Dewleta demokratîk, pergalek lihevkirinê ya ku hemû netewan qebûl dike ye. Her netew her bawerî, ol, çand bi nirxên xwe rengên xwe xwe îfade dike. 
 
Nexşerê wek modela çareseriya demokratîk polîtîka pratîk şênber dibe. Bi çareseriya pirsgirêka Kurd re di esasa komara demokratîk a Tirkiyeyê de têkiliyê datîne. Bi qasî qebûlkirina rastiya Kurd û Kurdistanê, bawerî û gelên cuda yên Tirkiyeyê qebûl dike. Di vî alî de têgehên welatê hevpar netewa hevpar tê pêşxistin. Tirkiyeyê wek welatê hevpar yê gelan digire dest. Ev pêvajoya avakirina pênaseya nasnameya netewa demokratîk e. Ji bo vê jî ji çareseriya demorkatîk re dibe piştgiriyek mezin. Pêşîgirtin çareseriyê zehmet dike. 
 
Têgehên demokrasî û komarê nêzî hev dike. Berê jî di Manîfesoya Çareseriya Demokratîk a pêvajoya dadgeha 1999’an de, komara demokratîk anî rojevê û wek modela çareseriyê hatibû pêşkêşkirin. Li dijî netew dewletê, komara demokratîk rastiyeke civakî û dîrokî derdixe holê.  
 
Neteweya demokratîk wek alternatîfa netew-dewletê rola çareseriyê dilîze. Di vê çareseriyê de maf û azadiyan dike bin ewlehiyê û  teoriya destûra bingehîn a demokratîk ji bo çareseriya demokratîk ferz e. Girêdayê vê mijarek din jî pênasekirina mafê şexsî û kolektîf e. Navberê de hevsengiyeke optîmal ava dike.  
 
Di nexşerê de balê dikşîne ser rîska ferzkirina çareseriye yek netew-dewlet. Teoriya çareseriya demokratîk jî li şûna ferzkirina dewleparêziyê, civakê nîşan dide û dibêje divê çareserî ji civaka têkildar bê. Serkeftina vê çareseriyê jî bi rêxistibûnê û xwe îfadekirina azad ve girê dide. Tê destnîşan kirin ku çaresreiyeke ku dewletê hedef nake, ji bo çareseriya demokratîk şandê herî mezin e. 
 
Modela Tirkiye û Rojhilata Navîn ya ku tê xwestin bê anîn xwe dispêre van esasan; 
 
Li Rojhilata Navîn bi salane  derfetên çareseriyê  ji nedîve hatine dîtin û  ne pêkan e ku Ewropa van pirsgirêkan çareser bike. Ya rast ev e ku ji hegemonya îdeolojîk a Ewropayî rizgarî hebe û çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bikevin rojevê.”