
Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êriş îradeya me naşikîne
- 15:38 18 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişa li dijî navenda kombûnê ya li Dêrazorê şermezar kir û got êrişa nikare li ber xebatên kombûnê bigire û îradeya wê naşkîne.
15’ê Cotmehê li dijî navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li bajarokê Ebû Hemam ê kantona Dêrazorê êriş hat kirin. Di encamê de avahiya kombûnê şewitî. Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Kisrayê hatin gel hev û daxuyanî da. Rêvebera meclisê Seher El Mistefa daxuyanî xwend.
Kombûnê êriş wek "Xeleke nû ji hewldanên hêzên tarî yên ji bo belavkirina tirsê di nav jinan de û bêdengkirina dengên wan ên azad" bi nav kir. Di daxuyaniyê de îşaret bi rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û hate gotin: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî yên li Dêrazorê isbat kirin ku dikarin li ber xwe bidin û ava bikin. Jin di şerên rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ’ê de di rêza pêşîn de bûn û şehîd dan. Xwîna şehîdan dê meşala ku rêya Kombûna Jinan a Zenûbiya ronî dike bimîne."
Hate gotin hedefgirtina navendê hedefgirtina her jineke azad e ku ji bo avakirina civakeke demokratîk dixebite, di heman demê de hewldanek ji bo têkbirina îradeya jinên rêxistinkirî ye. Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya dê serî ji gef û tirsandinê re netewîne, lê dê xebatên xwe yên birêxistinkirin û perwerdekirina jinan û beşdarkirina wan di hemû qadan de bidomîne. Her wiha soz hat dayîn ku dê heya avakirina civakeke azad û demokratîk têkoşînê bidomîne.
Di daxuyaniyê de bang li tevahî sazî, pêkhateyên civakî, şêx, rûspî, rewşenbîr û rêxistinên sivîl hat kirin ku hemberî hewldanên derxistina fitneyan bisekinin û piştgiriyê bidin jinan li hemberî êrişên sîstematîk.
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.