Li ber Wezareta Dadê ji bo Rojîn Kabaîş çalakî: Edalet li ku ye?

  • 15:25 20 Cotmeh 2025
  • Rojane
ENQERE - Platforma Jinan a Enqerê têkildarê mirina bi guman a Rojîn Kabaîş de li ber Wezareta Dadê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê û gotin: "Edalet li ku ye?"
 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku 27’ê Îlona 2024’an de ji wargehê derket û carek din venegeriya 18 roj şûnde di 15’ê Cotmehê de cenazeyê wê li Perava Molakasim hat dîtin. Piştî cenaze hat dîtin di rapora ji ATK’a Stenbolê hat de hat gotin ku ‘daneyê destdirêjiyê nehatine dîtin’ û salek şûnde di 10’ê Cotmehê de ji heman saziyê rapor hat û got li ser bedena Rojînê DNA’ya aydê du mêran hatine dîtin û yek li ser sînga wê ya din li vajînaya wê hatiye testpîtkirin. Piştî vê bûyerê ji her derê Tirkiyeyê bertekên mezin hatin nîşandan û çalakî û protesto didomin.
 
Platforma Jinan a Enqerê, têkildarê mijarê li ber Wezareta Dadê kom bûn û dirûşma “Ne edaleta mêr edaleta rasteqîn" "ATK, mijara DNA’yê zelal bike", “Kuştina jinan polîtîk e" û “Kujeran neparêze, bidarizîne berz kirin. Di çalakiyê de pankarta 'Neparêze, bi darîzine, ji bo Rojînê edalet' hat vekirin. Gelek jin beşdarî çalakiyê bû û metna daxuyaniyê ji hêla Yagmur Alaz Gulveren ve hat xwendin. 
 
Yagmur Alaz Gulveren di daxuyaniyê de wiha hat got: "Rapora destpêkê ya ji Saziya Tiba Edlî agahiyên netemam dan û pirsên girîng ên li ser mirina wê bêbersiv hiştin. Rapora zêde bi çend hûrguliyên teknîkî yên li ser dema derbasbûna avê ve sînordar bû û xwediyên nimûneyên DNA yên di dosyaya dozê de hîn jî nehatibûn naskirin. Wekî din, sînordarkirina ku li ser dosyaya dozê hatiye danîn, tevî delîlên ewqas bingehîn, nebûna xwesteka ronîkirina dozê nîşan da. Tevî tayînkirina dozgerekî duyemîn piştî îtîraza Baroya Wanê, edalet hîn jî nehatiye bicihanîn."
 
Yagmur Alaz Gulveren, diyar kir ku sala 2025'an ji aliyê hikûmetê ve wekî "Sala Malbatê" hatiye îlankirin û di neh mehên pêşîn ên salê de 290 jin hatine kuştin û wiha bi lêv kir: "Piranî jinên ku hatine kuştin ji aliyê mêrên herî nêzîkî wan ve hatine kuştin. Tekane tiştê ku hikûmeta AKP-MHP'ê ku soza parastina malbatê daye, diparêze, fermana kujeran e. Di demekê de ku kujerên jinan û îstîsmarkarên zarokan bi destên vekirî li kolanan digerin, kuştinên Rojîn, Gulistan û Rabîa Naz bê çareser dimînin, di heman demê de karker û xwendekarên ku mafên wan diparêzin têne girtin. Wezareta ku em niha lê berpirsiyar in çi feyde dike? Edalet li ku ye? Li vî welatî, jin dema ku fermanên parastinê di çantên xwe de hildigirin têne kuştin. Jin, zarok û kesên LGBTQ+ êdî li tu derê ewle nînin."
 
Daxuyaniya Platforma Jinan a Enqerê bi dirûşmeyan bi dawî bû.