Nadya Derweş: Hemû cîhan wê Gundê Jinwarê nas bike

  • 09:02 21 Cotmeh 2025
  • Çand û Huner
 
Derya Ren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derhênera belgefîlma bi navê Jinwar Nadya Derweş bal kişand ser Gundê Jinwarê û wiha got: “Me xwest hemû cîhan gûndê Jinwarê nas bike.”
 
Projeya gundê jinan a Jinwar di sala 2017'an de hate damezrandin û di 25 ê Mijdara 2018'an de qediya. Gundê Jinwarê li bakurê bajarê Dirbêsiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Projeya gund li gorî felsefeya Jineolojiyê hatiye amadekirin. Gundê ku di 10’ê Adara 2017’an de dest bi avakirina wî hat kirin, di 25’ê Mijdara 2018’an de bi awayekî fermî hat vekirin. Li gundê ku zêdetirî 30 malên ji axê hatine çêkirin hene, jiyan bi destê jinan bi awayekî komînal tê hûnandin. 
 
Belgefîlma Jinwarê ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve hat çekirin. Derhênera Belgefîlmê jî Nadya Derweş e.  Begefîlm cara yekê li mîhrîcana FilmAmedê derket peş temaşevanan.
 
Derhêner Nadya Derweş, li ser Gundê Jinwar û Belgefîlma Jinwarê ji ajansa me ra axivî.
 
Avakirina gundê Jinwarê
 
Nadya Derweş, bal kişand ser çîroka xwe ya sînemageriyê û wiha berdewam kir: “Ji sala 2015 an virde ez di nav kar û xebatên sînemayê de cîh digirim. Di Komîna Fîlman a Rojava’de dixebitim. Fikra Jinwar, ji avakirina gûnd hat bîra min. Jinwar bi xwe hîşt ku belgefilmekê li ser  çebikim. Di Rojhilata Navîn de bi taybetî di Rojava de gündekî ku jinan bi xwe avakiriye ye. Ji bona min pir balkêş e. Bi avakirina Jinwarê re gaveke mezin hat avêtin. Vê avakirinê bi xwere hîşt ku gelek gavên mezin werin avêtin. Ji ber ku tenê ne fîlm dibe ku pirtûk jî li ser Jinwar werin nivîsandin.”
 
‘Min li Jinwar ê gelek cîrokên jina naskir’
 
Nadya Derweş daxuyakirin ku ji 2017'an dema ku hîn temelê gund di hat avêtin çûye wir û wiha lê zêde kir: “Dema me li gund nerî fikra belgefîlmê hat bîra me û me hewcedarî dît kû em têkevin nava xebateke wisa. Ji ber ku diviya bû em vî gundî ji dîrokê re jî bikin mal. Karê vî gundî pir direj hat ajotin.  Heta ku gund hat avakirin, jin tê da bi cîh bûn û dest bi xebatan kirin demeke dirêj girt. Lê ez dikarim bejim ku ji bo min tecrûbeyeke baş bû. Min li Jinwarê gelek cîrokên jinan guhdar kirin. Ji her devera Kuristanê jin li wê hebûn û dixwestin ku li wir jiyanêk nû ava bikin. Me jî xwest em bi kameraya xwe bibin denge Jinwarê. Bi amadekirina  Belgefilma Jinwarê re min gava yekem a derhineriyê avêt.”
 
 
'Jin hilberînê dikin'
 
Nadya Derweş, di berdewamiyê de wiha behsa gundê Jinwarê kir: “Niha yek ji armanca gundê Jinwarê ew e ku jin careke din bi axê re bên gel hev. Jinan bi keda xwe ev gund ava kirin. Jin bi axê re bûn yek. Çekirina baxça , dar û zeviyan gund şên kirin. Jin li wê ajalan xwedî dikin û bi berhemên ku ji ajalan digirin pê debara xwe dikin.  Jinan li wê firina nan jî vekirine û ew bi xwe nan lêdixin. Dibistan hat vekirin û jin li wir perwerde dibînin. Jin karê destxariyê jî dikin û berhemên xwe li deverên din difiroşin.”
 
 
‘Fikir û felsefe tê avakirin’
 
Nadya Derweş anî ziman ku Gundê Jinwar ne tene ji bo jinên Rojava ye û di berdewamiyê de wiha got:  “Ji bo hemû jinên cîhanê ye, hemû jin dikarin li wî gundî bi cih bibin. Heger tê de nejîn jî dikarin fikrekê ji wan bigirin. Ji ber vê yekê em dikarin bejin Jinwar ji bo hemû jinan gavek mezin e. Ev mînak diyar dike ku jin bi keda xwe dikarin her tiştî bikin.  Li her welatî jin dikarin gundekî ji bo jinan ava bikin û tê de bijîn.”
 
‘Gelek xebat û lekolîn tên kirin’
 
Nadya Derweş bal kişand ser rewşa perwerdeyê li Gundê Jinwarê jî û wiha got:“Niha li Jinwarê jin ji bo ku xwe perwerde bikin akademî vekirine. Di akademiyê de jin di warê jiyanê de tên perwerdekirin û li keleka van jî perwerdeya pîşeyî jî dibînin. Di Jinwarê de jin vedigerin rastiya xwe. Tipa xwezayî li wir li pêş e. Niha li Gundê Jinwarê nexweşxaneyek hatiye vekirin û dermanên xwezayî li wê nexweşxaneyê tên bikaranîn. Li aliyekî jî ji bo pêşketina Tipê gelek lêkolîn tên kirin.Tiştê ku li wir tê kirin ji bo jiyanek wekhev û azad girîng e.”
 
'Me xwe gîhand gelek jinan'
 
Nadya Derweş girîngiya belgefîlma Jinwar anî ser ziman û wiha dawî lê anî: “Me bi reya belgefîlmê xwest ku kesên ku nikarîbûn werin Jinwar, bi riya belgefîlme vî gundî nas bikin. Armanca me ew e ku em bi belgefîlma xwe gundê Jinwarê bi hemû jinên cîhanê bidin naskirin. Xelata ji bo me ya herî mezin ew bu ku me di Mîhrîcana FilmAmed de cih girt  û xwe gigîhand gelek jinan.”