Ji bo azadiya civakê qanûnên azadiyê

  • 09:05 2 Mijdar 2025
  • Rojane
Semîha Alankuş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Qanûnên azadiyê yên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd anine ziman, parastina azadiya kes û civakî îfade dikin, dema ku bi qanûnên ‘entegrasyona demokratîk’ re bê dest girtin hev xurt dikin û du çarçoveyên qanûnî yên hev temam dikin de ne.
 
Di vê pêvajoya ku xebatên nîqaşên çareseriya pirgirêka Kurd zêde bûne de, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê gelê Kurd û rayagiştî ya demokratîk ve tê şopandin. Rêberê Gelê Kurd ji bo çareseriyê balê dikşîne ser du qanûnên girîng. Pêşniyara qanûnên ‘entegrasyona demokratîk’ û ‘qanûnên azadiyê’ ji bo avakirina civaka demokratîk gelek girîng e. 
 
Du çarçoveyên qanûnî yên ku hev temam dikin e. Ji ber vê hem Rêberê Gelê Kurd û hem jî Tevgera Azadiyê her tim vê tînin ziman. Hem di 11’ê Tîrmehê de ku ji aliyê Koma Aştî û Civaka Demokratîk ve çek hatin şewitandin hem jî di daxuyaniya vekişandinê de li ser van sererastkirinên qanûnî sekinîn.
 
Em di vê nivîsê de ‘qanûnên azadiyê’ digirin dest.
 
‘Qanûnên azadiyê’ ku yek ji mafê esas yên çareseriya pirsgirêka Kurd in û demokratîkbûna Tirkiyeyê ne, bi giştî qanûnên ku parastina azadiya civak û kesan hedef dikin, îfade dikin. Parastina azadiya fikr û ramanê, rêxistin û çapemeniyê çarçoveya esas ava dike.
 
Mînakên dîrokî
 
Di alî pêvajoyên dîrokî de, sererastkirinên qanûnî, danezanên serbixwe yên gelan di vê esasê de dikare bê nirxandin. Li Îngîlîstanê di 1215’an de Magna Carta yanî ‘Peymana mezin’ ya hat derxistin, ji ber ku rayeya kral sînor kir, fikra der barê ku hiqûq esas bê girtin parastin, dikare wisa bê nirandin. Dîsa li Îngîlîstanê ‘Danezana Mafan’ ya hat derxistin, jî di alî  sererastkirineke qanûnî ya ku rayeyên kral sînor dikir û ewlehiya bilindbûna parlamentoyê ava dikir, girîng bû.  Êdî Kral bêyî erêkirina parlamentoyê nikaribû bac daniya, anîna artêşê girêdayê erêkirina parlamentoyê bû, hilbijartinên serbest û li parlamentoyê xwedî mafê gotinê, qedexekirina ceza û îşkenceyên kêfî, maf kes li hember dewletê xurt kiribû.
 
Li Swêdê azadiya çapemeniyê
 
Li Swêdê di 1777’an de qanûna ‘azadiya çapemeniyê’ hat derxistin û ev qanûn di alî qanûnên azadiyê de yek ji mînakên ewil e. Vê qanûnê, azadiya çapemeniyê û azadiya zanînê di alî destura bingehîn de dikir bin ewlehiyê. Metnên dihatin çapkirin ji kontrolkirina dewlet an jî hinek otorîteran ve derxistin, beriya bê çapekirin kontrolkirina wê hat rakirin, lê piştî weşandinê ger ku der barê naverokê de binpêkirina qanûnê hebe darizandina wê dihat kirin. Di heman demê de ev di alî ku belgeyên dadgeh, saziyên cemawerî û parlamentoyê ji gel re bên vekirin de jî gavek girîng bû.
 
Di pêvajoya dîrokî de der barê qanûnên azadiyê de hîna gelek mînakên din hene. Lê ev mînak tenê jî girîngiya qanûnên azadiyê derdixe holê. Ji van mînakên dîrokî jî tê fêmkirin ku qanûnên azadiyê, ewlehiya azadiya civakan û kes dike bin ewlehiyê. Yanî di alî paratina maf û azadiyan de girîng e.
 
Di alî çarçoveya naskirina mafê çand, ziman û nasnameyê ya gelê Kurd de, derxistina qanûnên azadiyê, tê wateya k udi alî qanûnî û destura bingehîn de çareserî tê hewandin. Yanî di destura bingehîn de naskirina nasnameya gelê Kurd, zemîna welatîbûna wekhev datîne holê. Di heman demê de ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û di qada cemawerî de serbest be, jî rê vebibe. Di qada siyasî de jî serekrastirinek wisa wê riya siyaseta demokratîk vebike. Bi taybet di vê pêvajoya ku der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de nîqaş tên jiyîn de, gelê Kurd wê bibîne ku dewlet samimiye û wê pêşiya civaka demokratîk vebike. Di vir de dîsa balkişandina ser dîrokê girîng e. Di 1998’an de Peymana Belfast di pergala edaletê de guherîn kir û pêşî li pevçûnan hat girtin. Bi heman awayî li Ispanyayê jî piştî ku çand û zimanê gelê Bask ket bin ewlehiya destura bingehîn ETA ket pêvajoya berdana çekan. Dîsa li Başurê Afrîkayê piştî Apartheîd qanûnên wekheviyê hatin derxistin û tevilbûna reşikan a siyasetê pêk hat û vê esasa ewil a veguherîna civakî ava kir.
 
Qanûnê azadiyê çi pêk tîne?
 
Derketian qanûnên azadiyê wê li Tirkiyeyê çi biguherîne, çi bide qezenckirin? Ev jî di çarçoveyekê de bin hinek sernavan vegotin pêkan e.
 
Ya ewil em dikarin bêjin ku qanûnên azadiyê wê pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê, wê rêya demokratîkbûnê vebike. Têkiliya dewletê ya bi civakê re wê ji nûve bê pênasekirin. Wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pergalê jî rê vebike.
 
Ev çi ne?
 
Qanûnên azadiyê azadiya fikr û raman, azadiya baweriyan û mafan dike bin ewlehiyê. Dema qanûnên azadiyê bên derxistin wê bê dîtin ku civak çiqas gihiştiye aramiyê. Qanûnên azadiyê ji vê re zemînê ava dike.
 
Ji bo çareseriyê derfeta zemîna hiqûqî
 
Di demokratîkbûna welat de biryarbûn û samimiyeta dewletê tê wateya ku dest ji şer û êrîşan berdaye û ev gaveke girîng e. Di berdewamiyê de jî wê rêya sererastkirinên ku mafê Kurdan didê vebike. Pêkanîna van sererastkirinên qanûnî wê ji bo pêkhatina aştiyê jî çarçoveyekê ava bike. Wê ji zemîna şer bê derketin û bikeve siyaseta demokratîk.
 
Deriyê veguherîna demokratîk vebike
 
Yek ji pirsigrêkên din ya dewletê afirandiye navendîperestî û tu qad ji herêman re nehiştine. Di vî alî de qanûnên azadiyê wê zemîneke avakirina pegaleke ku gel  tevli biryaran dibe û dibe xwedî gotin, ava bike. Yanî guherînê li dewletê ferz dike.
 
Di alî azadiya jinan de tê çi wateyê?
 
Yek ji qada din ya ku qanûnên azadiyê wê bandor lê bike qada azadiya jinan û wekheviya zayenda civakiye. Qanûnên azadiyê ji derveyê azadiya jinê nikare bê fikirîn. Sererastkirinên ku hemû mafên jinan dike bin ewlehiê, ji bo mayîndebûna demokrasiyê jî ferze. Ev jî ji bo şikandina zîhniyeta serdest ya mêr û civaka demokratîk piştgiriyê dide. Wisaye ku cihgirtina jinan a di mekanîzmayên biryarê de, destkeftiya şênber a qanûnên azadiyê ye.
 
Ji ber azadiya jinan hîmê azadiya civakê ava dike, derxistina qanûnên azadiyê jî tenê bi vê sînor nabîmen û derfet dide jinan di alî ku li ser bedena xwe bibin xwedî gotin.
 
Qanûnên hev xwedî dikin
 
Di encamê de qanûnên azadiyê yên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd aniye ziman, parastina azadiya kes û civakî îfade dike, dema ku bi qanûnên ‘entegrasyona demokratîk’ re bê dest girtin hev xurt dikin û du çarçoveyên qanûnî yên hev temam dike ye.