Li Kolnê deh hezaran dest bi meşê kir
- 15:42 8 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Koln ê Elmanyayê meşa ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de bi pêşengtiya TJK-E û KCDK-E’yê tê lidarxistin, bi beşdariya deh hezaran dest pê kir.
ZMeşa ku îsal cara sêyemîn e li Kolnê tê lidarxistin, li qada Duetzer-Werfet bi kombûna girseyan dest pê kir. Meşvanan li gel banga dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, biserxistina pêvajoya "Aşitî û Civaka Demokratîk" û bi bîrxistina berpirsiyariyên dewletên Ewropayê ya di çareserkirina pirsgirêka Kurd de dest bi meşa xwe kirin.
Meşê li perava Çemê Renê dest pê kir û gelek Kurdistanî û dostên wan beşdar bûne. Deh hezaran kes, li gel kortejên ku bi pêşengtiya jinan hatine çêkirin dest bi meşê kirin. Li pişt korteja jinan jî hunermend cih digirin.
Di meşê de pankarta wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah hate hilgirtin û pankarta bi nivîsa; "Dawiyê li tecrîd, êşkence û bêhiqûqiyê bînin – Azadî ji Rêber Apo re" bal kişand. Beşdarvanan gelek caran dirûşmeyên; “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.
Girseya ku kolanên Kolnê tije kiriye, bi coşeke mezin meşa xwe didomîne.







