‘Bêcezahiştina tundiya li hemberî jinan şerê li hemberî jinan e

  • 19:48 8 Mijdar 2025
  • Rojane
STENBOL - Meclîsa Jinan a Bagcilarê ya DEM Partiyê derbarê zêdebûna kuştinên jinan de daxuyaniyek weşand û daxwaza girtina gümanberên kuşştinan kir.
 
Meclîsa Jinan a Bagcilarê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyêr) li ber avahiya Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê derbarê zêdebûna kuştinên jinan de daxuyaniyek da çapemeniyê. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Pankartên bi nivîsên "Rojin hat bêdengkirin", "Çi bi Rojînê hat?", "Daxwaza me zelal e: Edalet!", û "Edalet ji bo Rojin Kabaişê" hatin hilgirtin û gelek caran dirûşme hatin berzkirin.
 
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Navçeya Bağcilarê ya DEM Partiyê Nurten Varlik ve hate xwendin.
 
Nurten Varlik, mirina Rojin Kabaiş di bin şert û mercên gumanbar de bi bîr xist û daxwaza girtina bilez a sûcdaran kir û got, "Girtin û cezakirina bilez a sûcdar û kujeran, dozek ku ji salekê zêdetir e ku mijara fikara raya giştî ya tevahiya Tirkiyeyê ye, mijarek ku 86 mîlyon mirov meraq kiriye û daxwaza edaletê kiriye, berî her tiştî berpirsiyariyek ji bo malbatê û piştre jî ji bo gelê me ye. Em bi vê yekê bang li rayedaran dikin ku berpirsiyariyên xwe yên dîtin û girtina kujer(an) bi cîh bînin.”
 
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.