Mitînga Kolnê bi banga ‘Ji Rêber Apo re Azadî’ bi dawî bû

  • 21:03 8 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kurd û dostên wan, di mitînga mezin a Kolnê de bangên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk dubare kirin. Mitîng bi teqezkirina, “Azadiya Rêber Apo mifteya aştiyê ye” bi dawî bû.
 
Mitînga ku bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî” hat lidarxistin, bi axaftinan dewam kir. Piştî ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Kurdî, Tirkî û Elmanî hate xwendin, li qadê çepik û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bilind bûn .
 
Piştî peyamê, Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad axivî.
 
Zeyneb Murad li ser navê KNK’ê meşvanên azadiyê, gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê û Abdullah Ocaln silav kir û diyar kir ku gelê Kurd bi salan in ji bo azadiya Rêber Apo û nasnameya xwe têdikoşe. Zeyneb Murad got ku bi têkoşîna gelê Kurd re pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û wiha got, “Gelê Kurd bi hemû hêza xwe, sazî û siyaseta xwe re, di nava pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin de ye. Rêber Apo ji bo siyaseta demokratîk û aştiyê pêvajoyeke mezin daye destpêkirin. Gelê me û Rêbertiyê me, îro ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ye.”
 
‘Em bang li hemû gelan dikin ku ji bo Azadiya Rêber Apo têbikoşin’
 
Li ser navê Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê Ercan Aktaş axivî. Aktaş diyar kir ku şerê ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê tê kirin, xwezayê qetil dike û civakan dike dijminê hev û got ku divê li dijî vê têkoşîneke hevpar bê kirin.
 
Aktaş bilêv kir ku Rêber Apo bi pêvajoya ku di 27’ê Sibatê de da destpêkirin re, hemû hesabên qirêj û veşartî serûbin kir û ji bo aştiyê zemîneke nû afirand û wiha got, “Azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya kesek e. Ev azadî ji bo ku li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke nû, demokrasî û hiqûqa xwişk-biratiyê bi cih bibe, şert e. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelan dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.”
 
‘Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e’
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd bi salan e ji bo azadiya Rêber Apo li her qada ku lê heye, têkoşîneke bi biryar û bênavber dimeşîne. Bayindir got ku ev têkoşîna gelê Kurd di dîroka berxwedana cîhanê de cih girtiye û wiha got: “Sedema civîna me ya îro li qadan, azadiya Rêber Apo ye. Gelê Kurd li hemû qadên ku lê ye, ji bo azadiya Rêber Apo bi biryar û bêyî ku dev jê berde, têkoşîn meşandiye. Hûn çawa şoreş û têkoşîna li Kurdistanê dişopînin, zanibin ku çavê Kurdistanê jî li têkoşîna gelê me ya li Ewropayê ye. Gelê me yê li Ewropayê bi salan e bi berdêlên mezin û kedeke zêde vê têkoşînê didomîne. Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo êdî li çar aliyê cîhanê deng vedaye.”
 
Bayindir anî ziman ku sala 2025’an dê ji bo gelê Kurd bibe saleke diyarker û got: “Em dibêjin, bila ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd. Bila bibe saleke ku gelê Kurd statuya xwe bi dest bixe. Îro siyaseta cîhanê siyaseta gelê Kurd dişopîne. Rêber Apo êdî bûye rêberekî ku hemû cîhan bi meraq dişopîne û mînak digire. Felsefeya ku ji bo jiyana hevpar pêşkêş kiriye, xwedî naveroka manîfestoyek e ku ji aliyê cîhanê ve bi baldarî tê lêkolînkirin û parastin.”
 
Bayindir bal kişand ser mînakên dîrokî jî û wiha domand: “Ji Mûsa heta gelek peyamberan rêber hebûne ku gelê xwe ji zilmê rizgar kirine. Îro li Qamişlo, Amed, Ewropa, Mako, Silêmaniyê gelê me li dora Rêber Apo azadiya xwe diqîre. Gelê me îro li qadan bi rêbertiya xwe re bûye yek. Lewra azadiya Rêber Apo, azadiya gel e; azadiya biratî, azadiya jiyana bi hev re ye. Li cîhanê mînakên pêkanînên li dijî gelê Kurd tune ne. Ger gelê Kurd îro gihîştiye vir, ev yek bi tevahî bi têkoşîna xwe bi dest xistiye. Bêyî ku alîkariyê ji ti hêzeke derve, dewletê bigire, bi têkoşîna li dijî hemû dagirkeran gihîştiye îro.”
Bayindir her wiha destnîşan kir ku di pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin de jî, têkoşîna gel dê diyarker be û got: “Ev prose, pêvajoyeke ku em ê ava bikin e. Azadiya Rêber Apo û gelê me jî dê bi têkoşîna me bê misogerkirin.”
 
Piştî Bayindir, Berpirsê Têkiliyên Derve yê Die Linke Cansu Ozdemir û Parlamenterê Kolnê Lea Reisner derketin ser dikê û axaftin kirin.
 
Paşê, li ser navê Yekîtiya Hêzên Demokratîk Semra Uzun axivî, diyar kir ku ew di nava têkiliyên hevgirtinê de ne bi têkoşîna ku gelê Kurd bi salan e ji bo azadî û azadiya rêbertiya xwe dimeşîne û got ku ji bo serkeftina proseya “Civaka Demokratîk û Aştî” ya ku Rêber Apo daye destpêkirin, ew ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.
 
Piştî axaftinan, hunermendên TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn derketin ser dikê, stranên ji bo Rêber Apo hatine çêkirin gotin û ji bo aştiyê bernameyeke muzîkê pêşkêş kirin. Çalakî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” yên Kurdistanîyan bi dawî bû.