Perwerdeya hişyariyê ji jinan re hate dayîn

  • 14:12 12 Mijdar 2025
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinan de, xebateke hişyariyê pêk anî.
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi dirûşma "Ji Bo Jiyanek Bê Şîdet, Gotina Me Neqediyaye, Em ê Bi Hev Re Şîdetê Rawestînin" çalakiyan li dar dixe.
 
Di vê çarçoveyê de, li Navenda Jiyanê ya Jinan a Yenîkoyê, ku girêdayî Midûriyeta Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ye, ji xwendekarên kursan re li ser mijarên şîdet û zayenda civakî perwerdeya hişyariyê hate dayîn.
 
Sosyalog Hatice Bozkoç, ku perwerde hînî kursiyeran kir, li ser mijarên şîdeta fîzîkî, psîkolojîk/hestyarî, aborî, zayendî, şopandina bi israr, şîdeta sanal (înternetê) û şîdeta hevdujînê agahî dan û rave kir ku dema jin rû bi rûyê rewşên neyînî dimînin, divê çi bikin.
 
Midûriyeta Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, heta 30ê Mijdarê, wê li navendên jiyanê yên jinan, avahiya xizmeta şaredariyê û li taxên gundewarî karên hişyariyê bimeşîne.