Li Îdirê atolyeya îdeolojiya rizgariya jinê
- 21:08 12 Mijdar 2025
- Rojane
ÎDIR - Jinên li Îdirê tevli atolyeya Îdeolojiya Rizgariya Jinê bûn, der barê têkoşîna rêxistinkirî û veguhertina mêran de axivîn.
Ji aliyê Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li Îdirê atolyeya Îdeolojiya Rizgariya Jinê pêk hat. Atoleya li taxa Ozgur a Îdirê pêk hat. Hevşaredara Îdirê Nejla Kum, rêxistinêne DBP û DEM Partiyê yên Îdir û navçeyên wê, gelek jin tevli bûn.
Endama PM ya meclîsa DEM Partiyê Hebûn Aslan di atolyeyê de axivî û pirsgirêkên jinan vegot, balkişand ser pirsgirêkan û daxuyand ku pirsgirêka herî mezin a jinan azadiye. Piştre jinan li ser pirsgisrêkên dijîn û têkoşîna li dijî vê nîqaş meşandin.
Atolye bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.







