Mîhrîcana Fîlman a Amedê di roja 3’emîn de didome
- 20:50 9 Kanûn 2025
- Çand û Huner
AMED - Mîhrîcana Fîlman a Amedê ya 3’yemîn di roja sêyemîn de didome. Di roja sêyemîn de 14 fîlm hatin pêşandan û li ser fîlman gotûbêj hatin kirin.
Bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê Mîhrîcana Filman a Amedê ya sêyemîn di roja 3’emîn de berdewam kir. Mîhrîcana Fîlman a Amedê navbera 7-14’ê Kanûnê de tê lidarxistin. Di roja sêyemîn temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî fîlman dan. Her wiha roja 3’emîn a festîvalê bi temaşekirina 14 fîlman bi dawî bû.
Di roja sêyemîn a mîhrîcanê de fîlmên “A Sîster” ku derhêneriya wî Delphîne Gîrard kiriye, fîlma “Keepîng Up Wîth The Joneses” ku derhêneriya wî Mîchael Pearce kiriye, fîlma “Quebra Cabeca” ku derhêneriya wî Olîvîer Brîand kiriye, fîlma “Rojbash”ku derhêneriya wî Ozkan Kuçuk kiriye, fîlma “Demsala Nan” ku derhêneriya wî Emeer Hassanpour-Anvar Hassanpour kiriye, fîlma “Hysterîa” ku derhêneriya wî Mehmet Akîf Buyukatalay kiriye, fîlma “Ceasfîre” ku derhêneriya wî Jakop Krese kiriye, fîlma “Dengê Kilîtan” ku derhêneriya wî îlham Bakir kiriye, fîlma “Antîgona” ku derhêneriya wî Mîrsad Abazî-Îber Dearî kirine, fîlma “Çerx” ku derhêneriya wî Metîn Ewr kiriye, fîlma “Xewna Bêziman” ku derhêneriya wî Mazlûm Baran kiriye, fîlma “Cuttîng Through Rocks” ku derhêneriya wî Mohammedreza Eynî-Sara Khakî kirine, fîlma “Gola Cinan” derhêneriya wî Hebûn Polat kiriye û fîlma “Ellbogen” ku derhêneriya wî Asli Ozarslan kiriye hatin temaşekirin.
Di roja çaremîn a festîvalê de dê 1 jê kargeh û 11 fîlm werin temaşekirin.







