Zarokên Zarokistanan li Baxçeyên Hevselê ne
- 09:10 11 Kanûn 2025
- Zarok
AMED - Zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Xalxalok û Zarokistana Perperike ên girêdayî Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî ku di bin banê Şaredariya Peyasê de perwerdehiya pirzimanî dibînin, beşdarî meşeke xwezayî ya bêhempa bûn. Ev çalakî li Baxçeyên Hevsel ên dîrokî ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de cih digire de, hate organîzekirin û armanca wê ew bû ku zarok bi rêya dîtin û tecrubeyên rasterast fêr bibin.
Di vê meşê de zarokan bi awayekî yekser bi xwezayê re têkilî danîn, ekosîstema dewlemend a Baxçeyên Hevselê ji nêz ve dîtin, bîrbûna ji derdorê wergirtin û hişmendiya xwe ya jîngehî bi awayekî kûr xurt kirin.
Girîngiya fêrbûna bi tecrubeyê
Di nav erdnîgariya kevnar a Baxçeyên Hevselê de ku ax, av û jiyan bi awayekî xwezayî bi hev ve girêdayî ne, zarokan fêm kirin ku parastina xwezayê bi rastî parastina paşerojê ye.
Di daxuyaniya ku ji hêla meşvanan ve hate dayîn de, girîngiya çalakiyê bi gotinên “îro her gava ku tê avêtin, ji bo siberojê gaveke hêşîn e.” Hate destnîşankirin ku girîng e zarok ji temenê biçûk ve bi hezkirina xwezayê û bi hişmendiya parastina wê mezin bibin.
Her wiha hate ragihandin ku çalakiyên bi vî rengî ne tenê alîkariya pêşketina akademîk a zarokan dikin, di heman demê de hişmendiya wan a civakî û jîngehî jî geştir û xurtir dikin.







