Dayikên Aştiyê: Bila Serokê me azad berdin

  • 10:31 11 Kanûn 2025
  • Rojane
RIHA - Dayikên Aştiyê, israra xwe ya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dubare kirin û gotin, "Bi mijûlkirinê aştî pêk nayê; rêberê me 27 sal in di girtîgehê de ye, divê niha serbest berdin."
 
Pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" di 27'ê Sibatê de dest pê kir, nêzîkî meha xwe ya 10emîn dibe û gelek pêşketin çêbûne. Lêbelê, mijara herî berbiçav ji destpêka pêvajoyê ve berdewamiya tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan e. Hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tenê bi awayekî demkî û tenê bi qasî ku Wezareta Dadê "destûr" dide gengaz bûne.
 
Di vê çarçoveyê de, Dayikên Aştiyê li Amed, Riha, Wan, Şirnex, Stenbol, Edene, Mersîn, Êlih, Îzmîr û Bedlîsê li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li ser Abdullah Ocalan civînên çapemeniyê yên hevdem li dar xistin. Di daxuyaniyan de banga bidawîkirina tecrîdê hate dubarekirin û daxwaza hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd re hate eşkerekirin.
 
'Heke aştî hebe, bila rêberê me azad bikin'
 
Gul Baran Orgun, westandina xwe ya ji îşkence, zilm û komkujiyan anî ziman û tekez kir ku wan her tim aştî xwestine. Gul Baran Orgun got, "Çima her tim Kurd zilm û tecrîdê dibînin? Çima ev tecrîd her tim li ser Kurdan tê sepandin? Ev zilm dê heta ku derê biçe? Çima ew li ser gotinên xwe ranawestin? Ew behsa aştiyê dikin, lê aştî li ku ye? Çima em nikarin wê bibînin? Em ji îşkence, zilm û komkujiyan westiyane. Bila girtiyên me azad bikin. Em azadiya rêberê xwe dixwazin. Em dixwazin bibin xwediyê azadiya xwe. Ger aştî hebe, bila rêberê me azad bikin. Aştî bi revê nayê bidestxistin."
 
'Em ji bo azadiya rêberê xwe radibin'
 
Emîne Yaşar, diyar kir ku ew îro ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vir in û got, "Îro em ji bo azadiya rêberê xwe radibin. Gelê me di zindanan de bedelên giran daye. Em ê her tim li pişt rêberê xwe bisekinin."
 
'Em dixwazin rêberê me vegere'
 
Ayşe Cam, diyar kir ku ew dixwaze bi aştiyê encamek erênî hebe û tekez kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Ayşe Cam got, "Em dixwazin rêberê me derkeve û bi me re biaxive. Em dixwazin dayik rawestin û xwîn raweste. Bi hêvî me ku bi aştiyê encamek erênî hebe. Em dixwazin azadiya me û rêberê me pêk were."
 
'Em ê her tim li pişt Rêberê xwe bisekinin'
 
Ferîde Polat, diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û got, "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li pişt Rêberê xwe bisekinin. Em aştiyê dixwazin. Dilê me şikestiye; em naxwazin dilê tu dayikek din bişkê. Rêberê me 27 sal in di girtîgehê de ye; divê ew niha wî berdin. Ew dibêjin ku ew ê girtiyên me berdin, lê em gavek jî ber bi pêş ve nabînin. Wek dayik, em aştiyê dixwazin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li pişt Rêberê xwe bisekinin."