ROJEVA 06'Ê ÇILEYA 2026'AN

  • 09:00 6 Çile 2026
  • Rojev
 
* Jinan, diyar kirin ku raporên sala 2025’an ên li ser kuştina jinan komkujiya jinan a berdewam eşkere dikin, anîn ziman ku têkoşînek rêxistinkirî û yekgirtî dê li parlemento û kolanan li hember vê rewşê berdewam bike. BI DÎMEN 
 
* Fîdan Dogan (Rojbîn) ku li Parîsê ligel Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hat kuştin, bi xeta xwe ya siyasî ya ku têkoşîna jinên Kurd anî qada navneteweyî tê bîranîn. PORTRE
 
* Ji OHD'ê Dîlan Elçî, li ser Pakêta Darazê ya 11’emîn ku ji Meclîsê derbas bû û ket meriyetê got, "Sererastkirina heyî ji bo sûcdarên şîdeta li dijî jinan rêbazek astengker û çavdêrîkirinê pêşkêş nake. Ji ber vê yekê, rejîma çavdêriya înfazê ji nû ve were nirxandin û raporên pisporan ji bo berdan mecbûrî bibin û mekanîzmayên çavdêriyê yên serbixwe girîng e." BI DÎMEN 
 
* Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Kanûnê, herî kêm 28 jin û 2 zarok hatine kuştin û 13 jin û 2 zarokan jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ