Rapor qirkirina jinan eşere dikin: Ji meclise heta kolanan têkoşîn

  • 09:07 6 Çile 2026
  • Rojane
Melîke Aydin
 
STENBOL - Jinan, diyar kirin ku raporên sala 2025’an ên li ser kuştina jinan komkujiya jinan a berdewam eşkere dikin, anîn ziman ku têkoşînek rêxistinkirî û yekgirtî dê li parlemento û kolanan li hember vê rewşê berdewam bike.
 
Li gorî çeteleya kuştina jinan a sala 2025’an, 297 jin hatine kuştin û 191 jinan jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên Navenda Lêkolînê ya Sahayê  (SAMER), bi tevahî 928 jin hatine kuştin ku 508 ji wan di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane. Her çend sala 2025’an wekî Sala Malbatê hatibe ragihandin jî li gorî daneyên ajansa me, 113 ji jinên ku hatine kuştin ji hêla mêrên bi wan re hatine zewicandin ve, 32 ji hêla mêrên ku xwe ji wan berdane, 12 ji hêla bavên xwe ve û 20 ji hêla kurên xwe ve bi gotineke din, ji hêla mêrên di nav malbatên xwe de û yên herî nêzîkî xwe ve hatine kuştin. 
 
Jinan diyar kirin ku ev hejmara  daneyên şer tîne bîra wan, qirkirneke jinan e û divê jin bi hev re li dijî vê qirkirin têbikoşin û anîn ziman ku ji bo rawestandina kuştina jinan hawîrdorek aştiyane pêwîst e. Herwiha jinan diyar kirin ku di vê derbarê de amadekirina raporan pêwist e û gotin ku dê têkoşîna wan a li dijî vê qirikirin ji meclise hata kolanan bidome.
 
'Tirkiye di warê kuştina jinan de li Ewropayê di rêza yekem de ye'
 
Endama Komîteya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Arzu Fırat, diyar kir ku daneyên rastîn ên kuştına jinan ji ber nebûna kategorya hiqûqî nayên zanîn û destnîşan kir ku Tirkiye di nav welatên Ewropî û OECD de di kuştina jinan de di rêza yekem de ye. Arzu Fırat got, "Pêvajoyek kuştina jinan berdewam dike. Em dikarin vê yekê bi mekanîzmayên parastinê yên qels, astengkirina ji rêzê û newekheviya zayendî rave bikin. Wekî ku hûn dizanin, sala 2025’an wekî Sala Malbatê hate ragihandin û li welatekî wisa, ji sedî  40’ê kuştinên jinan ji hêla mêrên ku bi wan re hatine zewicandin ve û li dora ji sedî 20 -30 jî ji hêla hezkirî an ji kesên bere bi wan re hatine zewicandi  ve hatie kirin. Ji ber vê yekê, pêkanîna Qanûna Hejmar 6284 pêdivîye."
 
'Dê pêşniyar pirs bên dayîn'
 
Arzu Firat diyar kir ku DEM Partiyê derbarê kuştina jinan û mirinên gumanbar de pêşniyarên lêkolînê pêşkêşî Wezareta Karên Hundir, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Wezareta Dadê kiriye û her wiha pêşkêşî Meclisa Tirkiyeyê kirine. Aarzu Firat lê zêde kir ku wan vê dawiyê pirseknameyek derbarê kuştina Rojîn Kabaîş de jî  pêşkêşî meclise kirin. Arzu Firat diyar kir ku tundiya li ser jinan pirsgirêkek  siyasîi, polîtî e û got, "Em partiyek jinan in. Ji bo jiholêrakirina newekheviya zayendî têkoşînek me ya cidî heye. Wekî din, kuştina jinan êdî mijarek bêalî ye. Em ê li ser vê mijarê pêşniyaran amade bikin. Em ê tenê bi van pêşniyaran jî sînordar nemînin. Pêdivî ye ku civak bi van kuştinên sîstematîk re rû bi rû bê û hişmendiya civakî were guhertgin. Li gelek bajaran hatiye gotin ku kuştina jinan plitik e. Em dixebitin da ku wekheviya zayendî di bernameya partiya xwe de, li bajar, navçe û rêveberiyên herêmî bi cîh bikin.Ji bo vê civînên me berdewam dikin."
 
Li şaredariyan xebatên jinan
 
Arzu Firat diyar kir ku piştî  qeyûm ji bo şaredariyên ku ji hêla DEM Partiyê ve têne rêvebirin hatin tayînkirin, yekem tiştê ku wan kir, destwerdana înîsiyatîfên mafên jinan bûye û ev tişt got, "Me di nav van şaredariyan de navendên hevgirtina jinan vekiribûn. 'Xeta tundiyê' hebû. Qeyûman  an bi tevahî girtin an jî ew bêfonksiyon kirin. Wan jinên ku li van deveran dixebitin ji kar derxistin. Van navendan hem hişmendiya civakî bilind kirin û hem jî piştgiriya psîkolojîk, aborî û civakî ji jinan re peşkeş kirin. Ji ber ku tundûtûjiya li dijî jinan pirsgirêkek civakî ye, divê têkoşîn bi civakê re were kirin; pêdivî ye ku di nav civakê de hişmendiyek nû were afirandin."
 
‘Bi Pakêta Darazê ya 11'emîn re kujerên jinan hatin berdan'
 
Endama  Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Nîmet Tanrikulu diyar kir ku li Tirkiyeyê hîn jî polîtîkayên li ser laşên jinan têne pêşxistin û bi bîr xist ku Pakêta Darazê ya 11emîn kujerên jinan berda û piştî wê jinek jî yekser ji aliyê kujerê ku bi vê pakêtê re derket hat kuştin. Nimet Tanrıkulu got, "Em ji ber kuştina jinan hesap ji dewletê dipirsin. Ji ber vê yekê me hewl da ku di sala 2025’an de dengê xwe bi qasî ku pêkane bilind bikin. Lê dîsa jî em bi tundî û binçavkirinên giran re rû bi rû man. Dema ku jin dengê xwe bilind dikin, ew her tim di bin gefa ku denge wan bê qutkirin de ne. Amadekirina daneyan û belgeyan pir girîng e, lê tenê bi vê yekê bilindkirina dengê xwe têrê nake. Heta ku dengê me li kolanan bilind nebe, heta ku em hêzek jinan a rêxistinkirî neafirînin, em ê vê tundiyê bibînin. Dema ku em  têkoşînek jinan a yekgirtî ava bikin, em ê xwedî dengek xurttir bin."
 
Raporên ÎHD’ê
 
Nîmet Tanrıkulu diyar kir ku rapora binpêkirinên mafên mirovan a salane ya ÎHD’ê tundiya li dijî jinan jî eşkere dike û ÎHD serlêdanan jî werdigire, piştgiriya hiqûqî dide jinan, tundiya li ser bingeha van serlêdanan eşkere dike û bi rêxistinên jinan re çalakiyên hevbeş pêk tîne. Nimet Tanrıkulu got, "Raporên me bi rêkûpêk ji hemû platformên neteweyî û navneteweyî re têne şandin. Em wan ji hemû endamên parlementoyê yên ku di parlementoyê de komek wan heye û tuneye, ji cîgirên serokên koman re û ji rêxistinên girseyî yên demokratîk re dişînin. Em van di daxuyaniyên ku em bi rêxistinên jinan re dikin de jî parve dikin. Em daxuyaniyên çapemeniyê didin."
 
'Divê pêşî aştî pêk were'
 
Nîmet Tanrıkulu diyar kir ku pirsgirêka sereke ya jinan pêkanîna aştiya civakî ye û ev aştî dê bi xurtkirina têkoşînê pêk were û got, "Têkoşîna aştiyê bêyî jinan ne kêm e. Me hemûyan di sala 2025’an de şahidî kir ku rêxistina jinan ji bo aştiyê destkeftiyên pir girîng bi dest xistine. Bi gotineke din, dema ku dengê jinan tê bihîstin, aştî pir cûda ye. Di vê wateyê de, divê em bi tevahî hem di polîtîkayên aştiyê de û hem jî di têkoşîna li dijî kuştina jinan de xwe birêxistin bikin. Li ser bingehek hevpar hevdîtin pir girîng e."
 
'Mafê jiyanê yê jinan bi têkoşîna kolektîf dikare be parastin'
 
Ji Tora Parastina Jinan Cansu Bakir diyar kir ku tujndî bi piranî di nav malbatê de û li deverên ku ji hêla dewletê ve pîroz tên  dîtin pêk tê, her wiha destnîşan kir ku tevgera jinan her ku diçe bêtir balê dikişîne ser kuştinên jinan û mirinên gumanbar jî zêde dibin. Cansu Bakir got, "Me ev yek di bûyera Şule Çet û Rojin Kabeiş de dît. Lêbelê, divê were tekezkirin ku li Tirkiyeyê, dewlet hîn jî daneyên zelal, birêkûpêk  yên li ser tundiya li dijî jinan û kuştinên jinan nagire bin qeydan, an jî heke digire, ew parve nake. Saziyên dewletê û dewlet gelek caran pêşî li kuştina jinan vedikin û hegvkariyê dikin. Lê jin jî li dijî vê bi salan in têkoşînê didin û xwe rêxistin dikin. Emê di sala 2026’an de jî vê têkoşînê bi jinan û LGBTî yan re mezin bikin.”
 
'Divê Qanûna Hejmar 6284’an bikeve meriyetê'
 
Cansu Bakir diyar kir ku bi têgihîştineke desthilatdariyê ya malbatparêz, muhafezekar û serdestiya mêran, pêşî li tundiya li dijî jinan nayê girtin û got, "Hin tişt hene ku divê pir bi lez û bez û bi zelalî werin kirin. Qanûnên heyî, nemaze Qanûna Hejmar 6284, divê bi tevahî bikeve meriyetê û biryarên parastinê divê werin bicîhanîn. Divê kêmkirina li ser bingeha tevgerên baş û provokasyona neheq were rakirin. Divê pratîka berdana sûcdarên tundûtûjiyê bi hincetên mîna Pakêta Darazê ya 11-an were terikandin. Divê em polîtîkayên pêşîlêgirtin û parastina li dijî tundûtûjiyê, bi hevkariya rêxistinên jinan, ji nû ve ava bikin û daneyên zelaltir û birêkûpêk ên li ser tundiya li dijî jinan biparêzin û parve bikin. Ev ne tenê bijartin an daxwaz in; em êdî wan wekî pêdiviyan dibînin."
 
'Tundî ne bûyerên takekesî ne'
 
Ji Komeleya Dema Jinan Newroz Unverî diyar kir ku hewldana pîrozdîtin û parastina malbatê jinan li derveyî malbatê bê nasname kiriye û ev hewldana dewleta ku ji hêla mêran ve serdest e, herêmek rehetiyê diafirîne û sûcdaran cesaret dike. Bi tekez kirina ku piraniya jinan ji hêla mêran, xizmên xwe ên herî nêzîk di nav malbata pîrozde têne kuştin. Newroz Unverdi got, "Ev dane nîşanî me didin ku tundîş ji xalek takekesî nayê hilberandin; em dibinin ku dewlet jî bi qanûnên derdixe dibe hevkarê v ê tundiyê û tşewîk dike. “
 
'Di mirinên gumanbar de, sûcdar tune tên hesibandin'
 
Newroz Unverdi destnîşan kir ku bi navkirina sûcdaran wekî 'gumanbar' di mirinên gumanbar ên jinan de tê vê wateyê ku civak neçar nabe ku bi îhtîmala kuştinê re rû bi rû bimîne, dewlet kêmtir zextê hîs dike ku bi bandor lêkolîn bikeû bi vî rengî sûcdar tune tê hesibandin. Ev  yek ji  dibe sedema normalîzekirina mirinên jinan ên bi güman. Newroz Unverdî wiha dirêjî dayê, "Em ji Şule Çet, Rojin Kabaiş, Nadira Kadirova û gelek jinên din ên ku bi guman hatine kuştin lê hewl hatiye dayîn ku mirina wan wekî xwekuştin were veşartin, dizanin ku hewldana veşartina mirinên jinan bi navkirina wan wekî 'mirinên gumanbar' hewldanek e ku rastiya kuştina jinan neyê dîtin û bi veşartina bûyerê balê ji sûcdar dûr bixe ye. Daxwaza jinan pir eşkere ye û  dixwzin ev mirin ne wekî çarenûs an nezelaliyê, lê wekî şêweyekî tundiyê yê ku pêşî lê dikare bê girtin bê dîtn”
 
Newroz Unverdi diyar kir ku rayedar bi berdewamî jinan sûcdar dikin û tundiyê li gorî kiryarên jinan dinirxînin û got ku jin neçar in ku xwe birêxistin bikin.