Li Swîsreyê seferberiya ji bo meşa 10'ê Çileyê
- 13:24 6 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo meşa 10'ê Çileyê ya ji bo ronîkirina komkujiyên Parîsê li Swîsreyê amadekarî têne kirin. Nûneran bang kirin ku ji her kantonê bi otobusan tevlîbûn li meşa Parîsê bê kirin.
Li paytexta Fransa Parîsê di 9'ê Çileya 2013'yan de ji kesayetên sembol ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Bêyî ku ev komkujî bê ronîkirin di 23'yê Kanûna 2022'yan de Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil dîsa li Parîsê hatin kuştin. Li gel salên di ser re derbas bûne kiryarên herdu komkujiyan nehatine ronîkirin.
Weke her sal îsal jî Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo daxwazên xwe yên edaletê bînin ziman 10'ê Çileyê roja Şemiyê wê li Parîsê bin. Meşa ku li Gare du Nord a Parîsê destpê bike wê li Qada Republiqueyê bi mîtîngekê bi dawî bibe. Amadekariyên ji bo meşê di serî de Fransa li gelek welatên Ewropayê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de saziyên Kurdan ên li Swîsreyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurichê civînek lidar xistin û amadekariyên xwe nirxandin.
Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya, Berdevka Demê ya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer û Berdevkê Swîsreyê yê Pêngava "Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re" Nejdet Atalay piştî civînê banga tevlîbûna meşa Parîsê li her kesî kirin.
Selma Surer bi bîr xist ku 13 sal di ser Komkujiya Parîsê ya yekemîn re derbas bûne û anî ziman ku ev êriş bi taybetî li hemberî tevgera jinên Kurd hate kirin. Selma Surer diyar kir ku ronînekirina komkujiyê bû sedema rûdana komkujiya Parîsê ya duyemîn û got, "Di serî de jinên Kurd ên li dîasporayê em bang li her kesî dikin ku tevlî meşa li Parîsê bibin. Em ê li hemberî êrişên li dijî jinên Kurd bê deng nemînin. Em ê dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' hîn bi xurtî biqîrin."
Nejdet Atalay jî anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd berdêlên gelekî giran da û got, "Ji pêşengên tevgera jinên Kurd Sakîne Cansiz û hevrêyên wê 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin. Ji bo şermezarkirina vê komkujiyê her sal li Parîsê çalakî tê lidarxistin. Îsal jî wê di 10'ê Çileyê de meş û mîtîng pêk were. Kurdistaniyên li Swîsreyê û Ewropayê divê biherikin Parîsê û van komkujiyan şermezar bikin."
Dîlan Çetînkaya ragihand ku ew lêgerîna xwe ya edalet û heqîqetê dewam dikin û got, "Weke qada Swîsreyê em ê li Parîsê bin. Parîsê malovanî kir, Enqereyê tetîk kişand. Li hemberî vê bêdengiyê em ê daxwaza xwe ya edaletê hîn bi xurtî bînin ziman. Heta ku kiryarên rastî bêne eşkerekirin têkoşîna me wê dewam bike."
Li bajarên Cenevre, Lozan, Fribourg, Sion, Biel, Bern, Solothurn, Basel, Aarau, Zug, Luzern, Bellinzona, Chur, Rapperswil, Winterthur, St. Gallen, Schaffhausen û Zurichê otobus hatin amadekirin ku gel bigihîne parîsê. Kurdisatniyên ku wê êvara 9'ê Çileyê bi rê bikevin, ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê wê beşdarî meş û mîtîngê bibin.







