Li Îlamê herî kêm 39 çalakvanên kurd hatin girtin
- 14:01 6 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di xwepêşandanên li Îlamê û navçeyên wê de herî kêm 39 çalakvanên kurd hatin girtin û nayê zanîn wan birine kîjan girtîgehan.
Xwepêşandana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 10'emîn de berdewam dike. Li gorî agahiyên li ser medya dîjîtal û saziyên mafên mirovan hatin bidestxistin; di xwepêşandanên ji 1'ê Çile û heta 4'ê Çile de li Îlamê û navçeyên wê herî kêm 39 kurdên sivîl hatin girtin û ew birin cihên nediyar.
Hêzên rejîma Îranê bi taybetî li bajarê Îlamê û navçeyên wê yên wek; Dareh, Dehloran, Badreh, Chradoul, Sarableh û Abdananê xwepêşanderan kiriye binçavan û girtin.
Hat diyarkirin ku di nava wan girtiyan de gelek zarokên temenê wan di binê 18 salî de jî hene. Ev jî derbarê mafê zarokan de binpêkirinên cidî yê yasayên navneteweyî radixe ber çavan.
Aktivîst û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî ji ber nediyariya rewşa girtiyan bi fikar in û bang li rejîma Îranê dikin ku ven zarok û kesayetên sivîl demildast serbest bên berdan û derbarê wan de agahiyên zelal bên dayîn. Ji dadgehên rejîma Îranê jî tê xwestin ku daraza xwe li gorî pîvana yasayên mafên mirovan pêk bîne.







