Li Hewlêrê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da
- 15:58 6 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li bajarokê Quştepe yê Hewlêrê jinekê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku li bajarokê Quştepe yê Hewlêrê, jineke Ereb bedena xwe da ber agir û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Her wiha hate gotin, hevjînê wê jî ji herdu destên xwe birîndar bûye.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.
Li Başûrê Kurdistanê sala 2025'an herî kêm 51 jin hatin qetilkirin an jî bi gumanbarî mirin.







