Şaredariya Erxeniyê xwaringeha gel vekir
- 16:21 6 Çile 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Erxaniyê xwaringeha gel vekir. Hevşaredarên Erxeniyê diyar kir ku bi projeyên wiha dixwazin ji gel re bibin alîkar û hewcedariyên gel ên aboriyê dabîn bikin.
Şaredariya Erxeniyê projeyek nû xist faliyetê. Şaredariyê bi beşdariya hevşaredar Bîrsen Azak Bayar û Şîyar Guldîken, Cîgirên Hevşaredaran, Hevşaredarên Karaz û Hênê, hevserok û rêveberên rêxistinên DEM Partiyê û DBP'ê yên navçeyê û gelek welatî beşdarî merasîma vekirina xwaringeha gel bûn. Piştî merasîma pêşwazîkirinê ya bi def û zirneyê, kurdeleya vekirina xwaringehê hate birîn.
Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku ew bi vekirina xwaringeha gel kêfxweşin û got: “Em hêvî dikin ku ev xwaringeha gel ji bo welatiyên me bibe derfeteke baş û cihê hevgirtin û parvekirina navxweyî ya gel.”
Hevşaredar Şîyar Guldîken jî di vekirina merasîma xwaringehê de axivî û da zanîn ku wan ji roja destpêkê ve soza çêkirina vê projeye dabû û niha jî wê soza xwe pêk anîn.
Xwaringeha Gel a Erxeniyê dê ji bilî roja Yekşemê her roj di navbera saetên 11:30'an heta 15:00'an vekirî be. Xwaringeh dê rojane ji 700 kesî re xizmetê bike û menuya ku ji çar xwarinan pêk tê bi 120 lîreyî dide welatiyan.







