Jinên şoreşger yên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
- 20:35 10 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di mîtînga "Ji bo Heqîqetê Edalet" ya ku li Parîsê hat lidarxistin de, bang hat kirin ku şerha "sira dewletê" ya di dosyeya komkujiyên Parîsê de bê rakirin û lêpirsîneke bi bandor bê kirin. Di mîtîngê de êrîşên li Heleb û Îranê hatin şermezarkirin.
Meşa bi deh hezaran kesî ya ku li Parîsa paytexta Fransayê ji bo Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên di sala 2013'an de hatibûn qetilkirin û ji bo Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di sala 2022'an de hatibûn qetilkirin hatibû destpêkirin, li qada Republique bi mîtîngekê bi dawî bû.
Hevseroka CDK-F’ê Fevziye Erdemîrcî di axaftina xwe de diyar kir ku ew di şexsê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) û Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di sala 2022'an de hatin qetilkirin de, hemû kesên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.
‘Lêgerîna edaletê wê bidome’
Fevziye Erdemîrcî got: “13 sal in gelê Kurd hesab dipirse. 13 sal in delîl tên veşartin. Heta ku kujer dernekevin holê wê lêgerîna me ya edaletê berdewam bike. Heta hesab bê pirsîn wê têkoşîna me berdewam bike. Duh li Parîsê, îro li Rojava û Rojhilat gelê me tê qetilkirin. Dibe ku em bê dewlet bin lê têkoşîna me ya azadiyê heye, Serok Apo heye, felsefeya Serok Apo heye. Jin Jiyan Azadî.”
'Vê komkujiyê ronî bikin’
Hevserokê CDK-F’ê Azad Dogan ê ku piştre axivî wiha vegot: “13 sal in em li vê qadê ji dewleta Fransayê dipirsin: Vê komkujiyê ronî bikin!” Dogan bal kişand ser berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û got, “Pênc roj in gelê Kurd rûmeta xwe diparêze. Em silavan ji wan re dişînin” û bi dirûşmeyên “Bijî Rojava”, “Bijî Serok Apo” dawî li axaftina xwe anî.
‘Em ê hesab bipirsin’
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Salîha Aydenîz jî ev tişt anî ziman:“Îro Parîs hem daxwaza dadperweriyê ji bo heqîqetê dike, hem jî dibe dengê Rojava û Rojhilat.” Salîha Aydenîz navê şehîdên ku li Parîsê hatine bibîranîn yek bi yek jimart û diyar kir ku daxwaza azadiyê ya gelê Kurd ji aliyê dewletên faşîst û dagirker ve tê xwestin ku were astengkirin. Ev komkujî hîna ronî nebûne. Lê gelê Kurd ji bîr nekir û wê ji bîr neke. Em ê hesabê bipirsin.”
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus jî di mîtîngê de axivî û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi rêzdarî bi bîr anî.







