Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê: Em ji bo her kesî aştiyê dixwazin

  • 18:27 11 Çile 2026
  • Rojane
 
ÎZMÎR-Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê daxuyand ku ji bo em avekê li vî agirî bikin ew ê biçin Enqereyê û banga xwe ya sekinandina vî şerî bigihînin wan.
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Kurdan li avahiya Nûnertiya Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk, (DBP) Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê daxuyanî da. Daxuyanî li ser navê dayikan ji hêla Peyruze Kurt ve hate xwendin.
 
“Biryara şer ji Enqereyê tê dayîn”
 
Peyruze Kurt li ser êrîşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê got: “Ji ber ku biryara şer ji aliyê Enqereyê ve tê dayîn, me jî biryar da ku em biçin Enqereyê. Em ê biçin Enqereyê û ji wan re bibêjin ku em êdî şer û mirinan naxwazin. Bi ti awayî bila ne zarokên kurd ne jî yên din bimirin. Berî hefteyekê li Yalovayê 7 polîs hatin kuştin. Dayikên tirk çima li dijî vê dengê xwe bilind nekirin? Gelê tirk çima dengê xwe bilind nekir? Banga me li dewleta Tirkiyeyê, bi taybetî jî li Hakan Fîdane. Gelo kî xelatan dide Hakan Fîdan? Çima li dijî DAIŞê ranabin? Rojek berî rojekê bila li ber êrîşan rabin, vî şerî û van komkujiyan bisekinînin. Em naxwazin ti dayik bigirî, ji bo em avekê li vî agirî bikin em ê biçin Enqereyê û banga xwe ya sekinandina vî şerî bigihînin wan.”
 
Peyruze Kurt destnîşan kir ku li Rojava û Sûriyeyê gelên sivîl hatin qetilkirin û got: “Wijdana me şer qebûl nake, em li dijî hemû şeran e. Şer şerê kê be jî em li hemberî şer in. Em ê biçin li ber şer û pevçûnan rawestin. Bi salan ciwan hatin kuştin, ji bo çi û ji bo kê? Em ê heta hetayê li dijî şer bin. Serkeftin wê ya kurdan û gelên din be. Wê gel bi ser bikevin.”